Dayikên Şemiyê cara 723’an li hev civiyan

Dayikên Şemiyê cara 723’an civiyan û li aqûbeta Serokê HADEP’ê yê navçeya Silopiyê Serdar Taniş û li ya Rêveberê HADEP’ê yê navçeyê Ebûbekir Denîz pirsîn ên ku di 25’ê Çileya 2001’an de piştî ku hatibûn destgîrkirin, êdî tu agahî ji wan nehatibû stendin.

Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan bi armanca aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 723'an de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. Dayikên Şemiyê ku xwestin ji ÎHD'ê bimeşin Qada Galatasarayê rastî astengiya polîsan hatin. Piştî polîsan dayik asteng kirin, dayikan li ber avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan. Beriya ku dayik daxuyaniyê bidin polisan dora avahiya ÎHD'ê dorpêç kirin. Dayikan tîşortên ku wêneyê zarokên xwe yên winda lê zeliqandine, li xwe kirin. Dîsa wêneyên zarokên xwe yên winda hildan û qurnefîl kirin destê xwe. Di çalakiyê de Parlamenterên HDP'ê Oya Ersoy û Garo Paylan, Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû û gelek kesên din tev li çalakiya Dayikên Şemiyê bûn û piştgirî dan çalakiya Dayikên Şemiyê.

Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Serokê HADEP'ê ya Sîlopî Serdar Taniş û Rêveberê HADEP'ê Ebubekir Denîz pirsîn ên ku di 25'ê Çile de hatibûn destgîrkirin û hêj agahî ji wan nayê girtin. Keça Fehmî Tosûn, Besna Tosûn daxuyanî da. Tosûn got: "Ji bo Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz em edaletê dixwazin. Ji bo bê cezakirin bi dawî bibe û faîl bên cezakirin divê em bi rastiyên xwe re rûqayî hev bibin. Bincilkirina sûcên berê rê li pêş cînayet û sûcên nû vedike."

24 HEFTE YE ÇALAKIYA ME TÊ QEDEXEKIRIN

Tosûn, bal kişand ser qedexekirina çalakiya li Qada Galatasarayê û wiha lê zêde kir: "24 hefte ye çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê tê astengkirin. Li Tirkiye 24 hefte ye demokrasî tê astengkirin. Me asteng dikin ji ber ku em heqîqetê tînin ziman. Ji ber ku em li nirx û têkoşîna mirovên hatin qetilkirin xwedî derdikevin. Çalakiya me di hefteya 723'an de berdewam dike. Em aqûbeta siyasetmedarên kurd Taniş û Denîz dipirsin ên ku 18 sal berê li Sîlopî hatin windakirin. Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz di 25'ê Çileya 2001'an de ji bo îfadeyê çûn qereqolê û li wir hatin windakirin. Piştî Denîz û Taniş hatin windakirin parêzvanên mafên mirovan, nûnerên DMME'ê û PMME'ê ketin navberê. DMME'ê tespît kir ku windakirina Taniş û Denîz aydî Tirkiye ye. Biryar dan ku mafê Denîz û Taniş îhlal bûye. Em bang li rayedaran dikin ku rastiyê ronî bikin. Heta daxwazên me yên heqîqet û edaletê pêk bên em ê têkoşîn û lêkolîna xwe berdewam bikin. Em ê tu carî dest ji qada Galatasarayê bernedin.”

Piştî daxuyanî dan nameya Ceylan Denîz xwendin a ku keça Ebûbekîr Deniz e. Xwişka Hasan Ocak Maside Ocak nameya Ceylan Deniz xwend û wiha got: "Canê min bavê min. 18 sal borin em ji te qetiyan. Tenê ne bavê me, zarokatiya me jî ji dest me stendin. Bi salan e ev kêmasî heye. Li malê her ku em li ser sifreyê rûdinên, çav li wêneyê bavê xwe dikevim. Wexta dimeşim jî xeyalana çêdikim û dibêjim 'wexta bê gelo wê berteka min çawa be.' Piştî bavê min hat windakirin, rewşên bi vî rengî rû dan. Em ne yên dawî bûn.Her çend pêvajo zor û zehmet be jî, lê belê niha hevrêyên bavê wên alaya wî bilind dikin. Ev ji bo me cihê serbilindiyê ye. Tu baş nayê bîra min. Ji ber ku ez 5 salî bûm. Kenê te wekî xewnekê tê bîra min. 18 sal borîn, lê em tu agahî ji te nagirin. Em bi heviya agahî ji te bigirin dijîn. Çend sal û sedsal biborin jî em ê lêgerîna te berdewam bikin."

Kurê Serdar Taniş ê 19 salî Diyar Taniş jî axivî û wiha got: "Dema bavê min û hevalê xwe hat windakirin ez 1 salî bûm. Ji wê rojê heta niha hemû hewldanên me bê encam man. Em hevî dikin ku rojekê daraza serbixwe pêş bikeve û hesab ji kujeran bipirse. Heta ku em hebin em ê li aqûbeta wan bipirsin."