Dayikan: Em cenaze naxwazîn, bila girtîgeh bên valakirin

TJA û malbatên girtiyan, bi wesîleya roja dayikan daxuyanî dan û gotin: “Pêwîste tavilê girtîgeh bên valakirin.

Li Wanê bi wesîlaye roja dayikan, rêvebirên jin yên Tevgara Jinên Azad (TJA), Komeleya Arîkariya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) û malbatên girtiyan daxuyanî dan.

Civîn li avahiya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) hate kirin. Di daxuyaniya ku parlementera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan Işik tevlî bû de pankarta “Ji girtiyên siyasîre azadî” hate hilgirtin.

‘LI GIRTÎGEHAN EM CENAZE NAXWAZÎN!’

Li ser navê jina ji malbatên girtiyan Behîce Abî diyar kir ku ji ber şewba koronavîrûsê ew bi fikar in.

Abî got:“Em bangawazî ji bo wezîrê edaletê û hemû parlementeran dikin. Em malbatên girtiyan, na xwazîn ji girtîgehan cenazeyên me derbikevin. Em di roja dayikan de mal û milk naxwazîn. Tenê em zarokên xwe diwazîn. Ev 2 meh e ji ber fikara jiyana zarokên xwe em narazîn, xwarin naxwîn. Tenê daxwaza me ew e ku girtîgeh gavek berî gavekê were valakirin.”

Piştî daxuyaniyê jinan, ji bo dayikên ku temenên wan jorî 65’an ku nikarin ji malên xwe dernakevin tulbendên spî parvekirin.