Dayikan bang kirin: Em dest bidin destê hev em ê aştiyê bînin
Dayikên bal kişandin ser grevên birçîbûnê li pêşiya Mizgefta Hz. Suleyman hatin ba hev û banga ‘Wer in em dest bidin destê hev aştiyê bînin’ da.
Dayikên bal kişandin ser grevên birçîbûnê li pêşiya Mizgefta Hz. Suleyman hatin ba hev û banga ‘Wer in em dest bidin destê hev aştiyê bînin’ da.
Dayikên bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Mizgefta Hz. Suleyman a li navçeya Sûrê ya Amedê hatin ba hev, ji bo girtiya banga hestyariyê kirin. Xizmên girtiyan ên li derdor jî bi çepikan piştgirî dan dayikan.
Li vir dayika yek ji girtiyan Hizal Yildirim axivî, diyar kir ku xizmên girtiyan in, divê daxwazên girtiyan bên pêkanîn. Dayik Yildirim got: “Dawî li tecrîdê bînin, zarokên em bi mehan in di grevê de ne. Em aştiyê dixwazin. Bila cenazeyên zarokên me ji girtîgehan dernekevin. Divê hemû dayik destê xwe bidin destê me. Xwîn ji zarokên me tên. Her roj li ber çavên em dihelin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li pey zarokên xwe bin û dev jê bernadin. Wer in em dest bidin destê hev aştiyê pêk bînin. Silav li hemû girtiyan dikin.
Yek ji dayikên din a girtiyan Aysel Ateş jî got: “Ji bo zarokên me nemirin em li vir in. Bang li Serokkomar, Wezîrê Edaletê, saziyên civaka sivîl, hemû mirovahiyê dikin. Ji bo zarkên me bijîn em amade ne bimirin. Ji bo zarokê min bijî sibehê ji mal derdikevim. Di çalakiyên me de jineke polîs tim em asteng dikirin. Jina polîs ji bo min got; ‘Hûn demê ez li gel zaroka xwe derbas bikin ji min digirin’. Ma dibe lîstik û mirin weke yek bê destgirtin? Em vê helwestê şermezar dikin. Ez ê ji bo zarokê xwe li qadan bim. Ji ber ku ez mirovm im, dayik im. Divê her kes xwedî li çalakvanên grevên birçîbûnê derbikevin.”
Piştî daxuyaniyê û şûnde çalakiyên dayikan bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’, ‘Dayik dimirin, lê zarok dijîn’ û ‘Destê dirêjî dayikan bibin bila bên şikandin’ bi dawî bû.