Dayika Uveyş li ser gora xwe hate bibîranîn

Dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di bin pêşengtiya jinan de li ser gora xwe hate bibîranîn.

Dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan, di 25’emîn vefata xwe de li ser gora xwe ya Gundê Amara yê Xalfetiya Rihayê hat bibîranîn. Di bernameya bîranînê de endam û rêveberên HDP, DBP'ê, meclîsa dayikên aştiyê û malbat amade bûn. Di bernameya bîranînê de jinan pêşengiya bernameye kirin.

‘SERÎ NETEWAND Û DAYÎKEK MÎNAK BÛ’

Di bernameyê de Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, diyar kir ku dayika Uveyş Ocalan, di nava jina kurd û dayikên kurd de jinek pêşeng, jîr û mînak bû û wiha got: “Dayika Uveyş kedkar bû. Li dijî aliyê civakê yê paşverû serî netewand û aliyê paşverû qebûl nedikir. Neheqî jî qebûl nedikir. Heta dawiya jiyana xwe têdikoşiya. Em 25'emîn salvegera wefata wê bi rêzdarî bi bîr tînin."

Surucu, anî ziman ku ji ber şerê heyî bi milyonan dayik zarokên wan di şer de hatin kuştin û wiha got: "Dayika Uveyş Ocalan jî bi salan deriyê mala xwe vekirî hişt ku kurê wê bê malê. Çavê wê li rêya kurê wê ma. Bi salan deriyê mala wê vekirî ma. Bi salan li heviya birêz Ocalan rawestiya. Êşa şer pir kişand.

Dayika Sisê 70 salî ye lê hêj girtî ye. Neheq û bê sebeb hêj girtî ye. Dayika Taybet 7 rojan cezayê wê li erdê ma. Dayika Berfo kujerê kurê xwe nedît û jiyana xwe ji dest da. Dayika Uveyş, rêzdar Ocalan welidand. Niha bi milyonan Kurdên hatin înkarkirin û rastî îmhayê hatin, bi felseyefa Ocalan êdî li cîhanê tên naskirin û qebûlkirin. Jina Kurd kir xwedî rêxistin, hêz û nasname. Ji bo dayika xelata herî bi wate aştî ye. Em dixwazin ev şer raweste û aştî bi ser bikeve."

Jinan û rêveberên HDP û BDP'ê piştî bernameya bîranînê çîçek danîn ser gora Uveyş Ocalan.