Dayîka Sitî ya 79 salî dê îro serbest bê berdan

Dayîka Sitî ya 79 salî dê îro serbest bê berdan

Dayîka Aştiyê Sitî Şen ya 79 salî ku hefteyek berê ji ber ku cezayê wê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû êrêkirin hatibû girtin, bi fermana Wezareta Dadê dê îro serbest bê berdan.

Dayîka Aştiyê Sitî Şen ya 79 salî ku li Sêrtê di sala 2006'an beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin, bibû hatibû darizandin û ji aliyê dadgeha herêmî ve ji ber "Propagandaya rêxistinê kiriye" 20 meh ceza hatibû dayîn. Cezayê Şen ji aliyê 9'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind hatibû erêkirin û li ser vê di 14'ê Tîrmehê de hatibû girtin û wê xistibûn Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.

Piştî nûçeya DÎHA'yê ya derbarê Dayîka Aştiyê Şen, mijar ketibû rojeva Tirkiyeyê. Li ser vê yekê Wezareta Dadê kete nava hewldanan û hate zanîn ku dê dayîka Şen îro serbest bê berdan.