Dayîka Aştiyê Sitî Şen ya 79 salî ku beriya hefteyekê cezayê wê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erê kirin û piştre hate girtin, her wiha piştî bertekên mezin yên raya giştî, îro bi fermana Wezareta Edaletê hate berdan. Şen got; “Ji ber ku min aştî xwest ez hatim girtin, negengaze ku ez vê fêm bikim.”
Dayîka Aştiyê Sitî Şen ya 79 salî ku li Sêrtê di sala 2006'an beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin, bibû hatibû darizandin û ji aliyê dadgeha herêmî ve ji ber "Propagandaya rêxistinê kiriye" 20 meh ceza hatibû dayîn.
Cezayê Şen ji aliyê 9'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind hatibû erêkirin û li ser vê di 14'ê Tîrmehê de hatibû girtin û wê xistibûn Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.
Piştî bertekek mezin ji raya giştî hat, Wezareta Edaletê kete dewrê û fermana berdana Şen kir. Şen piştî hate berdan got; “ Ji ber ku min aştî xwest ez hatim girtin, ne gengaze ku ez vê fêm bikim.”