Dayika Kemanger: Em di roja 60’emîn de dabikevin qadan

Dayika Kemanger: Em di roja 60’emîn de dabikevin qadan

Dayika girtiyê Kurd ê siyasî Ferzad Kemanger ê ku hatiye dardekirin, Seltene Rezayî got; “Her kes xwe Kurd bi nav dike û wijdana wê heye pêwîste roja 60. a greva birçîbûnê weke roja xwe bizane” û bang li her kesê kir ku dabikevin qadan.

Dayika Ferzad Kemanger bal kişand ser greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor û bang li hemû gelê Kurd kir ku di roja 60’emîn de dabikevin qadan.

Seltene Rezayî got: “60 rojin ku zarokên me li girtîgehên Tirkiyeyê de ketine greva birçîbûnê, ew 60 rojin ku keç û xortên me ber çavên me roj bi roj dihelin. Ewan biryara xwe daye, amanca wan a vê çalakiyê diyar e û heya negehin amanca xwe vê çalakiya wan berdewam be, ev vê çalakiyê weke "berxwedan" bi nav dikin. Amanca wan a vê berxwedanê Azadiya me ye, Azadiya gelê Kurd e.”

Nameya dayika Kemanger, Seltenet Rezayî wiha didome: “Ev tê vê wateyê ku ev bi biryarek mezin li pênav Azad bûna me xwe feda dikin. Berxwedana wan berxwedana me ye, û pêwîste her kes xwe di vê berxwedanê de bibîne. Eger di demek wisa de keç û xortên me bi êş û azarek wusa xwe feda dikin, tê wateya ku zilm û zorek mezin ser me heye. Ji bo têkbirina zilm û zorî û ji bo Azadiya me, em vê erkê tenê ji bo wan keç û xortan nehêlin.

Wekî dayikek û her wiha wekî dayika Şehîdek ku êş û azara dayika wan girtiyan baş fêm dikim, daxwaziya min ji gelê Kurd li her derê heye ku di 60. roja greva birçîbûna wan keç û xortan de, em li her derî nerazî bûna xwe bînin ziman û tevlî çalakî û berxwedana wan keç û xortên qehreman bibin.

Ji bo ku em wê azarê bi dawî bikin, ji bo Azadiya xwe û ji bo pêkhatina daxwaziya girtiyên di greva birçîbûnê de bila em hemû bikevin nava tekoşînê. Daxwaziya min ji hemu gelê Kurd ewe ku em roja 60. a greva birçîbûnê weke roja berxwedana hemu gelê Kurd bizanin û em dakevin meydanan, bi taybetî gotinên min ji bo jin û dayikên Kurd e! Werin da em roja 60. (Şemî, 10ê Mijdarê) bikin roja bi davî kirina êş û azaran. Her kes xwe Kurd bi nav dike û wîjdana wê heye pêwîste roja 60. a greva birçîbûnê weke roja xwe bizane.

Êdî bes e ji bo bêdengî! Dem dema berxwedana me hemuyan e!”