Dayika Berfo hat bîranîn

Gundogdu di bîranîna Dayika Berfo ku bi têkoşîna ji bo kurê xwe Cemîl Kirbayir tê nasîn, axivî û bal kişand ser rapora Komîsyoan Mafê Mirovan a Meclîsê têkildarî Cemîl Kirbayir amade kiriye

Dayika Berfo ya ku weke sembola Dayikên Şemiyê tê zanîn di 2’yemîn salvegera bîranînê de hate bîranîn. Endamê ÎHD’ê Îlker Gundogdu di bîranîna Dayika Berfo ku bi têkoşîna ji bo kurê xwe Cemîl Kirbayir tê nasîn, axivî û bal kişand ser rapora Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê têkildarî Cemîl Kirbayir amade kiriye. Gundogdu bal kişand ku heta niha Serdozgeriya Qersê ti lêpirsînek nedaye destpêkirin.

Dayika Şemiyê Dayika Berfo ku bi têkoşîna ji bo kurê xwe Cemîl Kirbayir da tê nasîn, ku beriya du salan jiyana xwe ji dest da, hate bîranîn. Di merasîma bîranînê ya li Enqereyê pêk hat de kurê wê Mikaîl Kirbayir û Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk jî amade bûn.

Girseyê li ber peykerê Dayika Berfo ku di parkê de hatiye çêkirin, wêneyên Dayika Berfo û kulîlk danîn û pankarta “Dayê Berfo em soz didin em ê Cemîl bibînin” û dirûşma “Hûn ê bin bikevin” vekirin.

Endamê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Îlker Gundogdu di merasîmê de axivî û da zanîn ku Dayika Berfo 104 salî bû û ji Kenan Evren re got: “Nebêje ez xweş im, were dadgehê” û vexwende meydanê û wiha domand: “Dilê wê du salan bê deng e, lê qîrîna wê heta niha bi dawî nebûye.” Her çendî Dayika Berfo 105 salî bû, li ser kursiyan dihate dadgehê û da zanîn ku dilê Kenan Evrenê 94 salî û Tahsîn Şahînkaya yê 84 salî têra vê yekê nedikir.

Gundogdu di bîranîna Dayika Berfo ku bi têkoşîna ji bo kurê xwe Cemîl Kirbayir tê nasîn, axivî û bal kişand ser rapora Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê têkildarî Cemîl Kirbayir amade kiriye. Gundogdu bal kişand ku heta niha Serdozgeriya Qersê ti lêpirsînek nedaye destpêkirin. Kurê Dayika Berfo Mikaîl Kirbayir axivî û bang li Dayika Berfo kir û got: “Belkî min nekarî îro ji te re hestiyên kurê te bînim, lê soz didim ku ez ê hestiyên birayê xwe bibînim.”

Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk jî axivî û bal kişand ser têkoşîna Dayika Berfo û got: “Dayika Berfo nîşanî me da ka em ê çawa têkoşîna xwe bimeşînin.”