Dayîka bi navê Sabriye Çaçan ya 65 salî ya ku ji Girtîgeha Êlihê sirgûnî Girtîgeha Sîncanê hate kirin li gel çavên wê baş nabînin jî 19 demjimêran bi rîngê birin Enqere û anî ziman ku, îşkenceya wê dîtî tenê bi vê yekê neqediya û wiha got: "Piştî ez anîm Sîncanê di bin navê 'lêgerîna tazî' ez rastî tacîzê hatim. Cilên me bi zorê hatin derxistin. Ez dayîkekim. Min ji vê yekê gelek şerim kir lê yên şerim bikin ew û ramana wanin."
Dayîka bi navê Sabriye Çaçan a 65 salî ya ku ji nav jinên ji Girtîgeha Êlihê sirgûnî Girtîgeha Jinan ya Sîncanê hatin kirin cih girt pêkûtiyên dijmirovahî yên jiyan kirîn bi nameyekê vegotin. Çaçan diyar kir ku, di 17'ê tebaxê de li ser fermana Wezareta Dadê sirgûnî Sîncanê hatin kirin. Çaçan anî ziman ku, ew nexweşe û ji çavên xwe gelek caran emeliyat bû û kêm dibîne. Çaçan da zanîn ku, li gel vê yekê 19 demjimêran bi wesayîta rîngê ew birin Enqere û rêvîngiya rîngê ji wê re vegeriya îşkenceyê. Çaçan bilêv kir ku, pişt hatin Sîncanê hemû tenê bi vê yekê sînor neman û wiha got: "Piştî rêvîngiya weke îşkenceyê ya rîngê, di ketina Girtîgeha Sîncanê de jî ez rastî lêgerîna tazî û tacîzê hatim. Di ketinê de ji bilî lêgerîna tazî û dijwar em bi awayekî vekirî rastî tacîzê hatin. Berê xwestin min tazî bikin. Min ji vê yekê re destûr neda. Li min qêriyan û hemû cilên min bi zorê ji ber min kirin. Min di wê demê de bi destên xwe bedena xwe girt. Min gelek şerim kir. Lê yên şerim bikin ez na ew û ramana wane."
'EZ DAYÎKEKE 65 SALÎ ME'
Çaçan destnîşan kir ku, lêgerîn bi vê yekê xelasnebû û solên wê hatin perçekirin û wiha pê de çû: "Ez dayîkeke 65 salî me. Ya hate kirin dijmirovahî bû. Îşkenceya 19 demjimêra ya rîngê têrê nekirin yek jî li ber derî zilim li min kirin û berpirsyarê vê yekê Wezaretê Dadê ye. Gelo weke dayîkek ya ji min re rewa dîtin eve? Lêgerîn û tacîzê pêkûtiyên salên 1990'an anîn bira min çareke din."
'ERDOGAN BEHSA DAYÎKAN DIKE LÊ DI GIRTÎGEHAN DE ÎŞKENCEYÊ LI DAYÎKAN DIKIN'
Çaçan di berdewamiya nameya xwe de got, Serokwezîr Erdogan her tim behsa dayîkan dike û wiha destnîşan kir: "Erdogan her tim behsa dayîkan dike. Lê di girtîgehan de hezaran dayîk û jinên bê sûc tên girtin û îşkenceyê li wan dikin. Ez tu baweriyê bi tu gotinên Erdogan naynim û berpirsyarê tiştên tên jiyîn jî Erdogane. Min weke dayîkekê salên 90'an jiyîn. Ez berê xwe didim ji wê rojê hate îro tu tişt nehatiye guherîn. Berê qetil dikirin niha digirin. Heke ez ji ber ku ez kurdim li virim ez jî dê têkoşîna xwe ya kurdîniyê bidomînim."