Dayika 4 şehîdan jiyana xwe ji dest da

Dayika 4 şehîdan Zerge Cinêd a ji Kobanê jiyana xwe ji dest da.

ZERGE CINÊD

Dayika 4 şehîdan Zerge Cinêd ku beriya du rojan kurê xwe yê mezin Ebdulqadir Behaûdîn winda kir, vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Zerge Cinêd li Kobanê tê naskirin. Dayika şervanê tevgera azadiyê ya Kurdistanê Osman Behaûdîn ku li Rûbarokê sala 1992`yan şehîd bûye, Mistefa, Helîme û Kîfah Behaûdîn e ku di komkujiya Berxbetanê de bi destê çeteyên DAÎŞ'ê sala 2015'an şehîd bûne. Dapîra şehîd Jiyana Behaûdîn û Aras Cinêd e, ku şervanên YPG'ê bûn.

Zerge şahida komkujiya Berxbetan bû ku DAÎŞ'ê Hezîrana 2015'an kir û di encamê de 28 kes şehîd bûn. Wêneya wê ya demê hatiye kişandin dema çek rakiriye, bû sembola berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ'ê.