Li navçeya Cizîrê çalakiya Dayîkên Şemiyê berdewam kir. Di çalakiyê de dayîka bi navê Meryem Çagirga ku di sala 1994'an de li Cizîrê leşkeran hewan avêt mala wan û 7 xizmên xwe winda kir wiha got: "Hevjînê min û zarokên min hatin kuştin. Malbata min tune bû. Lê dewletê dîsa pêşiya me berneda. Zarê di pêçekê û landikê de çawa dibe terorîst?"
Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê çalakiyên xwe yên hefteyî dîsa li ber Amadeyiya Cizîrê berdewam kirin. Dayîkên Şemiyê dîsa li ber Amadeyiya Cizîrê kom bûn û wêneyên xizmên xwe yên winda rakirin û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Dayîkên ku aqûbeta windayên di salên 1990'an û pişt re ji aliyê leşker, polîs û JÎTEM'ê ve ji malê hatin revandin û windakirin dipirsin, vê hefteyê çîroka malbata Çagirga ya sala 1994'an vegotin. Vê hefteyê di çalakiyê de dayîka bi navê Meryem Çagirga ku di sala 1994'an de li Cizîrê leşkeran hewan avêt mala wan û 7 xizmên xwe winda kir axivî.
‘ZARÊ DI LANDIKÊ DE ÇAWA DIBE TERORÎST?’
Cagirga ku ji malbatê tenê ew rizgar bû, anî ziman ku dewlet hêj jî dest ji wan bernade û wiha got: "Hevjînê min û zarokên min hatin kuştin. Malbata min tune bû. Lê dewletê dîsa pêşiya me berneda. Zarê di pêçekê û landikê de çawa dibe terorîst? Bi dengekî pir mezin dîwarên me bi ser me de hilweşiya. Hevjînê min keçika min ya biçûk, xezûrê min, xwesiya min û 3 jintiyên min hatin qetilkirin."
Çagirga da zanîn ku, we jî birîndar bû û bi mehan li nexweşxaneyê hate dermankirin û wiha berdewam kir: "Hêj gelek perçeyên hesin yên bombeyê di laşê min dene. Hevjîn û zarokên min hatin kuştin. Kesekî min nema. Em nêzî salekê li dadgehan geriyan û me heqê xwe pirsî. Lê dadger got hûn terorîstin hûn kuştinê heq dikin. Çawa zarokê pêçekê dibe terorîst? Heta ku em saxbin em dê doz û têkoşîna xwe berdewam bikin. Em dixwazin kujer bên dîtin û darizandin."
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.