‘Dayê Guzel berxwedan hînî me kir’

Dayikên Şemiyê nobeta edaletê ya 652’emîn a li Qada Galatasarayê bêyî Guzel Şahîn li dar xistin a ku jiyana xwe ji dest dabû.

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin, di hefteya 652’an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam kirin. Mirovên şemiyê li qadê pankarta “Fail diyar in, winda li ku ne" vekirin. Li ser pankartê jî wêneyên windayan, qurnefil û çarika spî ku aştiyê temsîl dike danîn ser.  Mirovên şemiyê  vê hefteyê dayika şemiyê Guzel Şahin bi bîr anîn û wêneyê wê hildan. Malbata Şahîn û Dayikên Aştiyê yên hevalên wê yên têkoşînê jî tev li çalakiyê bûn. Mirovên Şemiyê di vê hefteyê de aqûbeta Kenan Bîlgîn ê di 12'ê Îlona 1994'an de li Dîkmen a Enqereyê hat binçavkirin û piştre di bin çavan de winda kirin pirsîn. Dayikan diyar kirin ku ku ew ê her dem ji bo Kenan li edaletê bigerin û gavan paş ve neavêjin.

YUKSEKDAG Û TUNCEL PEYAM ŞANDIN

Peyama ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel ji girtîgehê şandibûn hate xwendin. Tuncel û Yuksekdag di peyamê de êrîşa li dijî cenazeyê Hatûn Tûglûk şermezar kirin û xemgîniya xwe parve kirin. Tuncel û Yuksekdag anîn ziman ku Guzel hem dayika wan û hem jî rêhevala wan a têkoşînê bû û heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya.

'EM Ê HETA AŞTIYÊ TÊBIKOŞIN'

Di çalakiyê de ewil peyama Dayikên Aştiyê hat xwendin. Dayikên Aştiyê di peyamê de diyar kirin ku Dayika Guzel Şahîn, di hemû emrê xwe de bi dilê xwe yê mezin ji bo hemû gelan têkoşîya û êşa hemû gelan parve kir. Dayikan soz da Guzel ku têkoşîna wê ya edalet û azadiyê li hemû cîhanê belav bikin.

‘BERXWEDAN Û TÊKOŞÎN HÎNÎ ME KIR’

Birayê Kenan Bîlgîn ê li Enqereyê hat windakirin Îrfan Bîlgîn jî aqûbeta birayê xwe pirsî. Bîlgîn, anî ziman ku wan gelek hevalên xwe yên li xizmên xwe digerin li vê qadê winda kirin û wiha got: "Yek ji van diyan Guzel Şahîn e. Wê gelek tişt fêrî me kirin. 22 sal in em li vê qadê têdikoşin. Dosyaya birayê min Kenan Bîlgin hat girtin. Di dosyayê de îfadeya 12 bersûc û serdozgerê Komarê heye. "

‘EZ Ê LI HER QADÊ WÊ BIDIM JIYÎN’

Dayika Murat Yildiz ê di 23'ê Sibata 1995'an de hat windakirin Hanife Yildiz jî anî ziman ku ew û Guzel Şahin bi hev re di vê rêye de dimeşiyan, lê îro bi tenê dimeşe.

AQÛBETA KENAN BÎLGÎN HATE PIRSÎN

Piştî axaftginan ji Mirovên Şemiyê Meryem Goktepe daxuyaniya çapemeniyê xwend. Goktepe, xwest dema heyetên darazê biryaran didin serbixwe, bê alî û bi adîl biryare bidin. Goktepe, anî ziman ku pergala zagonî ya mafê hemû mirovan wek hev digire dest.

Goktepe, çîroka Bîlgîn xwend û wiha got: "Bîlgin, di 12'ê Îlona 1994'an de li semta Dikmenê ya Enqereyê li rawestgeha otobusê hat binçavkirin. Di heman operasyonê de 10 kesên din jî hatin binçavkirin. Midûriya Polîsan a Enqere inkar kir ku Bilgîn hatiye binçavkirin. 10 kesên derxistin pêşberî dadgehê gotin ‘Kenan Bîlgîn jî li cem me bû' We Kenan Bîlgîn çi kir jê?”

Goktepe herî dawî anî ziman ku ew ê heta dawî vê dozê bişopînin û heta dawî ji bo Kenan Bîlgîn li edaletê bigerin.