Daxwaza girtina leşkeran hat redkirin

Daxwaza girtina leşkeran hat redkirin

Li Çewlikê, daxwaza girtina 4 çawişên pispor ên bi gunehê destavêtina keça 16 salî E.A tên tewambarkirin û rakirina biryara sergirtî ya dosyayê, ji aliyê dadgehê ve hat redkirin.

Lêpirsîna der heqê 4 jê çawişên pispor 8 leşkerên Tirk ên bi gunehê destavêtina zaroka bi navê E.A tên tewambarkirin, bi awayekî sergirtî û veşartî dewam dike. Parêzera E.A Canan Çakabey roja Pêncşema bihurî serî li dadgehê da û xwest, 4 çawişên pispor ên hatine berdan werin girtin û biryara sergirtina dosyaya dozê were rakirin.

Çakabey beriya niha gotibû, "Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Şahîn jî bi heman rengî daxwazên xwe yên ji bo jinûve girtina tewambaran anîbû ziman. Dozgerî hem daxwaza me hem jî ya wezîr dinirxîne. Me serî lê dan ku hem tewambar werin girtin hem jî biryara sergirtî ya dosyayê were rakirin. Lê belê hîn ji dozgerê ji me re biryareke erênî yan jî neyînî nehatiye dayîn."

Parêzera E.A Canan Çakabey îro daxuyaniyek nû da û diyar kir ku daxwaza wan a girtinê bi hinceta "delîl nehatiye guhertin" hatiye redkirin. Çakabey anî ziman ku daxwaza wan ji bo rakirina biryara sergirtinê jî bi hinceta "rewşa delîl û wesfa guneh" hatiye redkirin.