Di nava rewşa kaotîk a Şerê Cîhanê yê Yekemîn de polîtîkayên hişk ên ku dewleta Osmanî li wîlayetên Sûriyeyê dimeşand, bû sedem ku bi rêk û pêk êrîş li rewşenbîrên neteweperest ên Ereb bêne kirin. Di salên 1915 û 1916'an de bi taybetî di 6'ê Gulana 1916'an de darvekirinên komî yên li Şam û Beyrûdê hatin kirin, şopên kûr li ser dîroka Sûriye û Lubnanê hişt. Ev darvekirin bi serkêşiya Fermandarê Artêşa 4'emîn a Osmanî û Waliyê Sûriyeyê Cemal Paşa ve bi sûcdariya 'xayîntiya welêt' û 'cihêkariyê' hate kirin. Pêşengên tevgera hişyarbûna Ereb (Nahda) bûn hedef.
PIŞTPERDEYA DÎROKÎ
Dewleta Osmanî dawiya sedsala 19'an û destpêka sedsala 20'an li herêmên cuda yên împaratoriyê bi tevgerên neteweperest re rû bi rû mabû. Li wîlayetên Ereb bi taybetî li Sûriye, Lubnan û Fîlîstînê bi tevgera Nahda re hişyarbûneke çandî û siyasî destpê kiribû. Bi vê tevgerê re armanc ew bû ku nasnameya Ereb bi rêya perwerde, çapemenî û wêjeya Erebî bê xurtkirin. Lê belê sala 1908'an piştî ku Civata Îttîhat û Terakkî (ÎTC) bû desthilatdar, polîtîkayên 'Tirkkirinê' yên Osmaniyan acizî xiste nav Ereban.
Bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekemîn re (1914) dewleta Osmanî li dijî Dewletên Îtîlafê (Îngilistan, Fransa, Rûsya) li kêleka Elmanyayê sekinî. Zor û zehmetiyên aboriyê, xela û seferberiya şer rageşiya li wîlayetên Sûriyeyê zêde kir. Heman demê hin rewşenbîrên Ereb li hemberî rêveberiya Osmanî civatên veşartî yên bi daxwaza reform an jî serxwebûnê ava kirin. Rêxistinên weke El Fetat, El Ahd û Civata Reformê ya Lubnanê, hewl didan ji Osmanî xweseriyê yan jî bi piştgiriya Îngiliz/Fransayê serxwebûnê bi dest bixin. Rêveberiya Osmanî jî ev kar di dema şer de weke 'xiyanet' dît û polîtîkayeke zextê ya hişk da ber xwe.
Li Sûriyeyê afirînerê vê polîtîkayê Cemal Paşa bû ku sala 1915'an weke Fermandarê Artêşa 4'emîn hate tayînkirin. Cemal Paşa ku jê re 'Haci Paşa' jî dihate gotin, li herêmê rewşa awarte ragihand û dixwest dengên muxalîf bitepisîne. Heman salê Fransiyan xwe ji Konsolosxaneya Beyrûdê vekişandin û belgelyên li pey xwe hiştin, ketin destê meqamên Osmaniyan. Di van belgeyan de nivîsên hin rewşenbîrên Ereb ên bi Fransiyan re hebûn. Ev yek jî ji bo Cemal Paşa bû bingeha biryarên darvekirinê.
RÊVEÇÛNA BÛYERÊ: DARVEKIRINÊN 1915-1916
Sala 1915 ew dem bû ku Cemal Paşa polîtîkayên zextê yên li Sûriyeyê giran kir. 1915 di heman demê de ew sal bû ku Ermen û Suryan hatin qirkirin. Lewma komkujiyên ku Cemal Paşa li Sûriye û Lubnanê kir, ji polîtîkaya giştî ya dewleta Osmanî ya wê demê ne cudatir b3u.
Belgeyên ku ji Konsolosxaneya Fransayê hatin bidestxistin, nîşan didan ku li Şam, Beyrûd û Lubnanê gelek rewşbîran li hemberî Osmaniyan kar dikirin. Di belgeyan de hin rewşenbîran li ser liv û tevgera artêşa Osmanî agahî didan Fransiyan û îdîa dikirin ku ji bo serxwebûnê li piştgiriyê digerin. Cemal Paşa ev belge ji xwe re kir hincet û dest bi operasyoneke binçavkirinê ya berfireh kir.
Di 21'ê Tebaxa 1915'an de li Qada Burc a li Beyrûdê darvekirina komî ya destpêkê pêk anî. Piraniya wan Lubnanî 11 kes hatin darvekirin. Di nava kesên hatin darvekirinê de rojnamevan, oldar û lîderên alîgirê reformê jî hebûn. Vê bûyerê tirs li herêmê belav kir û nîşan da ku Osmanî toleransê nîşanî muxalîfan, dilxwazên azadiyê û komên ji nasname û baweriyên cuda nade.
NASNAMEYA REWŞENBÎRÊN HATIN QETILKIRIN
Di nava kesên hatin darvekirin de gelek entelektuel, kesayetên elît ên olî û siyasî yên Sûriye û Lubnanê hebûn. Çend ji wan bi vî rengî ne:
Şukru el-Aselî (1868-1916): Doktorekî ji Şamê bû. Ev kesayetê ku endamê Meclîsa Osmanî bû bi fikrê xwe yê neteweperestiya Ereb dihate naskirin û endamê Civata El Fetat bû. Nivîsên wî yên ji bo Fransiyan bû hinceta darvekirinê.
Abdulhamid el-Zehravî (1855-1916): Alim, rojnamevanekî ji Şamê bû. Yek ji pêşengên tevgera Nahda bû. Bİ nivîsên xwe yên reformê yên li hemberî Osmanî dihate naskirin. Dilsozê Civata El Ahd bû.
Refîk Rîzk Sallum (1883-1916): Ev kesayetê ku nivîskar û rojnamevanekî Lubnanî bû tevkarÎ li tevgera Nahda kir û li hemberî Osmaniyan nivîsên muxalîf nivîsî.
Emîr Arslan (1868-1916): Lîder û nivîskarê Durzî yê Lubnanî. Hate îdîakirin ku li hemberî rêveberiya Osmanî bi Fransiyan re hevkarî kir.
Petro Paûlî (1866-1916): Oldarê Marûnî yê Lubnanî û perwerdekar bû. Endamê Civata Reformê ya Lubnanê bû û bi têkilîdanîna bi Fransiyan re dihate sûcdarkirin.
Salîm el-Cezayirî (1870-1916): Dîroknasekî SÛriyeyî, yek ji fîgurên girîng ên tevgera Nahda bû. Li hemberî Osmaniyan fikrê reformîst parast.
Abdulvehhab el-Îngilizî (1878-1916): Bazirganekî ji Şamê, endamê El Fetatê bû. Bi îdîaya ku têkilî bi Îngilîzan re danî hate darvekirin.
Cemal el-Hamali (1875-1916): Parêzerekî ji Şamê, endamê Civata El Ahd bû. Bi karên xwe yên alîgiriya serxwebûnê dihate naskirin.
Şefîk el-Mûayyad (1865-1916): Siyasetmedarê ji Şamê û burokratê Osmanî bû. Ji ber fikrên xwe yên reformîst bû hedef.
Ev kesayet di jiyana siyasî û entelektuel a wê demê de bi rolên girîng rabû bûn. Piraniya wan di nava tevgera Nahda de bûn, hewl dabûn bi rêya perwerde û çapemeniya Erebî nasnameya Ereb xurt bikin.
6'Ê GULANA 1916: ROJA ŞEHÎDAN
Kêliya bilind a van polîtîkayên zordariyê di 6'ê Gulana 1916'an de bû ku li Qada Mercê ya li Şamê û Qada Burc a li Beyrûdê bi hevdemî darvekirin hate kirin. Di vê demê de 21 kes hatin darvekirin û ev bûyer li Sûriye û Lubnanê weke 'Roja Şehîdan' hate bîranîn. Darvekirin bi fermana Cemal Paşa ji aliyê dadgehên leşkerî (Dîvan-i Harb) ve di encama darizandineke kurt û ne zelal de hate kirin.
Di darizandinê de bi giranî mafê parastinê ji bersûcan re nehate dayin û sûcdarî jî hemû li ser belgeyên Fransiyan hate kirin. Darvekirin li qadên li pêşberî gel hate kirin û bi vî rengî xwestin, tirsê bixin nava dilê gel. Li qadên li Şam û Beyrûdê girseyên gel li darvekirinan temaşe kirin. Vê bûyerê hêrsa li nava civaka Ereb a li hemberî Osmaniyan her wiha hestên neteweperestiyê sor kir.