Di hevdîtina femînîst ya der-sînor de jinên ku ji Tirkiye, Hîndîstan, Libnan, Iraq, Herêma Federal ya Kurdistan û Tûnûsê hatine têkoşîna xwe ya zayendî parve kirin. Kajîn Hesena ku ji Herêma Federal ya Kurdistanê tevlî hevdîtinê bibû got; "Hêzên dagirker nekarîn çanda kurd û çanda jinên Kurd zûha bikin. Li gorî min azadiy ji xwezaya jinê pêk tê. Ji komeleya Gokkuşagi ya jinan Şefîka Gurbuz jî wiha axivî: "Li Tirkiyeyê mînakeke din a Tevgera Jinên Azad û Demokratîk nîne. Kampanyayên zehmet lê yên pêwîst hatin lidar xistin. Bi kampanyaya "Em Çanda Destdirêjiyê Derbas Bikin" re serkeftineke mezin hat bidest xistin.
Di hevdîtina femînîst ya dersînor ku ji aliyê Amargiyê ve hat organîzekirin de jinên ku ji Tirkiye, Hîndîstan, Libnan, Iraq, Herêma Federal ya Kurdistan û Tûnûsê hatine polîtîkayên femînîst ya li welatên xwe, pirsgirêkên jin dijîn û tevgerên jinan vegotin. Ji zanîngeha Delhî ya Hîndîstanê Karen Gabrîel diyar kir ku li Hîndîstanê şereke navxweyî ya sergirtî tê jiyîn. Gabrîel anî ziman ku ev şer ji aliyê dewletê ve li hemberî welatiyên xwe tê pêşxistin û got;
"Di salên 1980'an de qebîleyên ku li herêmên navîn dijiyan ber bi herêmên rojava re rêdikin. Armanc ew bû ku van qebîleyan ji herêmên daristanî derxînin. Dewletê bi vê riyê xwest ku daristanan ji destê qebîleyan derxînin. Dewletê çavkaniyê Hîndîstanê xistin destê xwe û ev çavkanî pêşkêşî şîrketên navnetewî kirin. Em vê yekê wekî şerê artêşê yê li hemberî welatiyên xwe dinirxînin. Bi hinceta ku dê li dijî dewleta xwe derkevin zilamên ciwan tên kuştin. Jin û zarok jî rastî tundiya zayendî tên. Li deverên ku diçinê bi xweşbînî nayên pêşwazîkirin. Tevgera Jinên Hîndîstanî nikare vê rastiyê piştguh bike. Yek ji mijarên herî zêde divê tevgera femînîst rûhev bimîne û girîng e ev mijar e."
'ŞERÊ 30 SALAN JI BER VÊ SEDEMÊ XILAS NEBÛ'
Ji Komeleya Gokkuşagi ya Jinan Şefîka Gurbuz anî ziman ku saziyên ji aliyê mîlîtarîzmê ve pîroz tên dîtin divê parçeyek ji mîlîtarîzmê bê dîtin û destnîşan kir ku şerê 30 salan ji ber vê ferasetê bidawî nebû. Gurbuz derheqê rêxistina jinên kurd ya li hemberî pirsgirêka Kurd de ev agahî dan:
"Jinên ku ji kêlîka ku dê xwe ji travmaya şerê 30 salan çawa xilas bikin fikirîn û pê de xwe birêxistin kirin. Destpêkê wekî komên biçûk rêxistin bûn, piştre di nava partiyên siyasî de xwe birêxistin kirin. Ev rêxistina jinan veguherî meclîsan û Tevgera Jinên Azad a Demokratîk hat avakirin. Li Tirkiyeyê mînaka modela Tevgera Jinên Azad û Demokratîk tuen ye. Ev tevger ji bo armanca jinan hat avakirin. Kampanyayên cihê hatin lidar xistin, xebat hatin pêşxistin. Li Tirkiyeyê hin tişt nîqaşkirin gelekî zehmet e. Lewma kampanyayên zehmet lê divê bên lidar xistin hatin lidar xistin. Wekî mînak bi kampanyaya, 'Em Çanda Destdirêjiyê Derbas Bikin' serkeftinên mezin bixwe re anî."
Gurbuz da zanîn ku jinan di nav têkoşîna azadiya kurdan de bi şîara "Berxwedan Jiyan e" çalakî lidar xistin û diyar kir ku jinên kurd hem ji bo mafên xwe û hem jî ji bo ziman û nasmaneya gelê kurd li hemberî mîlîtarîzmê têdikoşin. Gurbuz bibîr xist ku jinên ku ji neçariyê ji gundên xwe koçber bûne û li bajarên rojava bicih bûne rûhevî polîtîkayên bişaftinê ya ziman û nasmaneyê tên û xwest ku di makezagona nû de ji bo mafên kurdan gav bên avêtin.
'LI LIBNANÊ CEZA NADIN TECAWÎZKAR'
Hîba Abbanî ya ji Libnanê tevlî hevdîtinê bûyî jî anî ziman ku li Libnanê ji aliyê zagonî ve cudakarî heye û wiha axivî: "Jin ji derveyî mafê xebat, malbat û kedê tê girtin. Heke tecawîzkar tecawîzî hevsera xwe kiribe wekî sûcdar nayê dîtin. Heke ew tecawîzkar bi wê jinê re bizewica wekî sûcdar nayê dîtin. Pevçûnên mezhebên li Libnanê têkildarî mafên takekesî ye. Wekî ku mafên kesî heye didin nîşandan lê tune ye. Mafên medenî di destê rêberên oldaran de ye. Mafê her rêbereke olî heye ku der heqê zewac, devjihev berdanê de biryar bigire. Em wekî jin xwe li kolanan rehet hîs nakin. Zilam her tim li kolanan in. Zilam ji 12 saliya xwe û pê de dest bi feraseta tundiyê dike. Bi rastî jî li Libnanê guhertin zehmet e."
'LI IRAQÊ TUNDÎ QEDEXE NÎNE'
Îlham Makkiya ku li paytexta Iraq Bexdayê perwerdehiya zayendiya civakî dide jî anî ziman ku li Iraqê ji sala 2003'ê û pê de guhertineke berbiçav hat dîtin. Makkî destnîşan kir ku piştî rejima siyasî hat guhertin jinên Iraqî bi pirsgirêkên beriya guhertinê re têdikoşin û wiha axivî: "Di nav hikûmet û mekanîzmayên biryarê de lênêrîna femînîzm nîn e. Di zagonan de tundiya zilam a li hemberî jinan qedexe nîn e."
'ÇANDA DAGIRKER NEKARÎ ÇANDA KURDAN ZUHA BIKE'
Parêzera Mafên Mirovan ya ji Herêma Federal ya Kurdistanê tevlî hevdîtinê bûyî Kajîn Hesen jî enfal bibîr xist û got; "Zilma rejima baasê li ser jinan koletî ferz kir. Lê me şoreşek pêk anî. Jinan mafên xwe xwestin û girtin. Niha li Herêma Federal ya Kurdistanê gelek rêxistinên jinan hene. Xebat û çalakiyên jinan hatin lidar xistin. Makezagon di çarçvoeya daxwazên rêxistinên jinan de hat guhertin. Tevî van guhertinan jî hê jî pirsgirêk hene. Hê jî neheqî û tundî dewam dike. Çanda dagirker nekarî çanda kurdan zuha bike. Li gorî min azadî ji xwezaya jinan pêk tê."
Hevdîtina Femînîst a jinan sibê bi xebatên atolyeyan dê dewam bike.