Dadgehê salek û 8 meh ceza li Taşdemîrê birî

Dadgehê ji ber axaftineke Taşdemîr a di merasîma cenazeyê aktivîsta KJA Berjîn Demîrkaya ya ku di dema berxwedana rêveberiya xweser de li Cizîrê jiyana xwe ji dest dabû, salek û 8 meh ceza dan Taşdemîr.

Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr di merasîma aktîvîsta KJA’yê Berjîn Demîrkaya ya li Cizêrê di dema berxwedana rêveberiya xweser de jiyana xwe ji dest dabû axivîbû. Di derbarê Parlamenter Dîlan Taşdemîr û Berdan Ozturk ên Agiriyê de bi sedema di merasîmê de “propaganda rêxistinê kirin e” doz li wan hatibû vekirin.

 Îro rûniştina dozê  li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê pêk hat. Di rûniştina dozê de  Taşdemîr û Ozturk amade nebûn, lê parêzerê wan amade bûn.

Dozger mutala xwe pêşkêşî heyeta dadgehê kir. Pişt re dadgehê biryara xwe aşkere kir. Dadgehê bi hinceta “propaganda rêxistinê kiriye” 2 sal ceza da Taşdemîr û daxistina halê baş a ceza kir û salek û 8 meh ceza lê birî. Heman dadgehê der barê Berdan Ozturk de jî biryara beratê da.