Dadgeha Rejîma Îranê cezayê recmê li 4 jinan birî. Li gorî biryara dadgehê her çar jin bi keviran hatin kuştin.
Li gorî nûçeya di çapemeniya îranê de cih girt, dadgeha rejîma Îran a Tehranê 4 jin bi cezayê recmê mehkûm kir û ceza hatiye pêkanîn.
Hat diyarkirin ku dadgehê bi hinceta “madeyên hişber bi kar anîne” ev ceza li wan hatiye birîn.