Dadgeha Bilind a Tirk tecawizkarekî din jî parast

Dadgeha Bilind a Tirk tecawizkarekî din jî parast

14’emîn Daîreya Cezaya Dadgeha Bilin di doza N. K ya 40 salî de, got ku ji mexdur ‘jidiliya wê bi gumann e’ û tecawizkar Nurettîn Metîn Taştan bê sûc dît. Taştanê ku hate tehliyekirin ji dozê jî bereat kir.

Di sala 2006’an de li navçeya Tekkekoy a Samsunê dayika du zaroka N.K rastî tecawîzê hat. Pitşî vê tecawizkar Nurettîn Metîn Taştan hate girtin û li ser biryara 14’emîn Daîreya Cezaya Dadgeha Bilind tahliye bû. Taştan ji vê dozê bereat kir

Li yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Samsunê bi daxwaza 15 sal cezayê girtîgehê doz hate vekirin. Di meha kanûna borî de doz temam bû û li ser rapora Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê Taştan rastî 10 sal û 10 meh ceza hat.

JI GOTINA TECAWIZKAR BAWER KIRIN, DÎSA GOTIN ‘DAXWAZA WÊ HEYE’

Li ser îtîrazê dosya çû Dadgeha Bilind. 14’emîn Daîreya Cezaya Dadgeha Bilind dîsa îmze avêt biryareke skandal û tecawizkar parast.

Dadgeha Bilind a Tirk ji bo rapora Tiba Edlî ya Stanbolê ya ‘Dibe ku psîkolojiya jina mexdur xera bibe’ de îdia kir ku ‘Sedema xerabûna psîkoljiyê dibe ji hin tiştên din be’. Dadgeha Bilind îfadeyê tecawizkar Taştan ku gotibû ‘ N. K bi daxwaza xwe bi min re ketiye têkiliyê’ esas girt û delîlên mirov pê bawer bikin tune û tecawîzkar tehliye kir. Dadgeha Bilind biryara bereata Taştan da.