Cûdî: Leyla Guven qêrîneke berxwedanê ye ku bêdeng namîne

Endama Koordînasyona PAJK'ê Bêrîtan Cûdî got, ''Leyla Guven bû qêrîn. Dengekî ku hatî fetisandin heke careke biqîre êdî dibe qêrîneke serhildanê ku nema bêdeng dimîne.''

Endama Koordînasyona PAJK'ê Bêrîtan Cûdî têkilî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û raperîna gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî komkujiya dewleta Tirk ji ANF'ê re axivî..

'BERSIVA PIRSA, 'PÊŞENG KÎ YE?''

Cûdî têkilî berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan got, ''Bi vê berxwedanê re ji bo pirsa, ''pêşeng kî ye?'' em bersiveke zelal distînin. Kî xitimandina pêvajoyê vedike, berê pêvajoyê diyar dike û mohra xwe li ser geşedanên nû vedike pêşeng ew e. Ev ji gel dibe, an ji qedroyan ne girîng e. A girîng ew e ku mirov bibe hêza rêveber a pêvajoyê. Ku em hinekî dî pirsa, 'pêşeng kî ye?'' vekin, ew kes in ku mirinê tînin ber çavan û xwe didin ve dozê, xitimandinê vedidkin û bi tehma berxwedanê hilmê didin û distînin.'' Cudî bi berdewamî got ew di şexsê Leyla Guven de berxwedana li zindanan û li çiyan a qedroyên PKK-PAJK'ê û berxwedana li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat bi dirûşma ''Em ê pergla êşkenceyê ya Imraliyê parçe bikn û bi Rêber Apo re bi azadî bijîn''   KJK'ê û, ''Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin''a KCK'ê pêk  hatiye, slav dikin.

'DIVÊ ROLA PÊŞENG A JINÊ WERE DÎTIN'

Cûdî got divê di vê berxwedanê de pêngav û bandora mezin ya qedroyên PKK-PAJK'ê û di nav gel de jî ya bi pêşengiya jinê were dîtin, vê berxwedana jinê mohra xwe li siyaseta welêt daye û got û bi berxwedana ku bi şexsê Leyla Guven dest pê kiriye, li ser mijara çima berxwedan, berxwedaneke çawa perspektîfên girîng dide û domand, '' Wan tam dema ku digot, ''me ev gel bêdeng kir, em li gorî kêfa xwe dikarin hespê xwe bidin çargavan'' her tişt berevajî bû. Piştî bêdengiyeke dirêj, Leyla Guven pêşengî ji şikandina vê re kir. Hêvî û baweriya ku em ê bi berxwedanê bi ser bikevin zindî kiriye.''

'JIN AGIRÊ KURDAN XWEŞ DIKIN'

Hevala me Sema Yuce got, ''jin çirûskên wî agirê Kurdan in ku bûye xwelî'' û bi rastî jî di şexsê Leylayan de ya ku dibe tam jî ev e. Her ku agir dibe xwelî jin di xweşkirina vî agirî de dibine xwedî risteke girîng. Leyla Guven di nav tarîtiyê de nîşan daye ku mirov dikare bibe mûmek, bibe roj. Bi vî rengî jinên Kurd êdî navê xwe li dîrokê nanivisîn, dibine dîrok bixwe.''

'QÊRÎNA SERHILDANÊ'

Cûdî gotina Leyla Guven, ''ez grevên birçîbûnê pîroz nakim lê di rewşeke wiha de ku ti dengê muxalîf nayê bihîstin ev çalakî ji bo min weke qêrînekê ye'' bi bîr xist û got, ''dengê ku hewl tê dayin were dewixandin, ku qêriya êdî dibe qêrina serhildanê ya ku qet nema bêdeng dimîne.''

'HEVDÎTIN DEK Û DOLAB IN'

Cûdî bal kişande ser hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re a 12'ê Çile û serbestberana Leyla Guven û got, ''ev polîtîkayên dek û dolabê bûn'', diya kir du pêngavan de yên ku KJK, KCK'ê dane ber xwe  şikandina tecrîda li ser Ocalan rojeva serekE ye û got,''Jixwe hevdîtina bi Rêbertî re hatiye kirin dek û dolab bûn. Ji niha û şûn de jî dibe ku hevdîtin were kirin lê bi teqezî ev nayê maneya ku tecrîd bi dawî bûye.''

'TECRÎD LI SER PROJEYÊN JIYANÎ YÊN RÊBERTÎ NE'
Cûdî bi berdewamî got tecrîda li ser Ocalan ne tenê tecrîdeke hiqûqî ye, di serî de mafên siyasî yên Ocalan hene û tecrîd bi esasî li ser vê mijarê asê dibe. Cûdî got, ''Projeyên çareseriyê yên Rêbertî yên ku vê cîhanê ji zilmê xilas bike, ji derewan xilas bike û ji hêla madî û manewî ve mirovan zengîn bike hene. Û tecrîd bi esasî li ser van projeyên jiyanî ye. Ji bo ku ev proje neyên bicihanîn faşîzmeke zêde heye. Ji bo vê jî heta ku ev faşîzm neyê şikandin tecrîda li ser Rêbertî jî nayê şikandin.

'DIVÊ RÊBERTÎ AZAD BIBE'

Cûdî her wiha got Ocalan ne girtiyekî jirêzê ye ku bi serdaneke malbatî an jî  weke ku  hin mafên din ên hiqûqî nebin ev were normalîzekirin û got, ''Ne tenê mafên siyasî jî, ji ber Rêberê îdeolojîk, felsefîk, zanistê sosyal û çandî ye jî û ya girîntir ji ber ku Rêberê şoreşa civakî ye divê bi temamî azad bibe'' û domand, ''Bi vê çarçoweyê divê tecrîda li ser Rêber Apo bi rengekî berfireh were xwendin û tecrîda li ser Rêbertî li gor vê em bikin rojev. Ji ber ku tecrîda li ser Rêbertî hîmê hemû tecrîdan e û dema ku ev çareser bû hemû wê çareser bibin.''

'DIYAR BÛ KU HEMÛ GIRTIYÊN KURD REHÎNEYÊN SIYASÎ NE'

Cûdî bi berdewamî li ser serbestberdana Leyla Gven got weke ku qenciyek ji me re kiribin nîşandan vê nayê qebûlkirin, helbet bi berdana Guven kêfxweş in û serbestberdana wê encama berxwedanê ye. Cûdî her wiha got berdana Guven her wiha nîşan dide ku hemû siyasetmedar, şaredar, parlamenterên ku hatine girtin bi 'statûya rehîneyan' in û domand, ''naxwe dema ku dixwazin hem cezayê giran dikarin li van girtiyên azadiyê bibierin û him jî dikarin bi paş ve gav jî bavêjin û vê weke çekekê bi kar bînin. Lê polîtîkaya esasî ya sazkar ew e ku ser rastiyan binixumînin, ji nedîtî ve werin û bi êrîşên giran pûç bikin.''

'RAPERÎNA GELÊ BAŞÛR RABÛNEKE RADÎKAL BÛ'

Li ser raperîna gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî komkujiya dewleta Tirk li Şêladiz û Dêralûgê, Cûdî got, ''Rabûneke pir radîkal bû û ev helwest şayanî dîroka raperînê ya Başûr bû. Slav dikim. Nexasim dirûşmên di raperînê de pir girîng bûn. Ji ber ku TC'ê mîna hebûneke mêtinger dibînin û ji bo ku tişta ku hatîn kirin bi komkujiyê bi nav dikin, ev hişmendî û vîna geşbûyî nîşan dide. Hêleke dî ya balkêş ew bû ku jin bi pankartan li pêş vê serhildanê bûn. Helbet dirûşma ''bijî yekîtiya Kurd'' ya li dijî mêtingeriya qirkeriya mêtingeriya TC'ê ya li çar parçeyan girîn bû. Ev peyama yekîtiyê herî pir daxuyaniya ji bo hikûmeta xwecih e. Jixwe di van xwepêşandanan de helwesta hikûmeta xwecih a li bara komkujiyê hate rexnekirin. Li gel ku gel helwesta pir meşrû nîşan dane jî, guhnedêriya xwedêgiravî nûnerên gel, bi ser de girtina xwepêşandêran û li ser wan vekirina dozan nayê qebûlkirin.

'HIKÛMETA XWECIH HEVKARIYÊ BI DIJMINÊ KURDAN AKP Û ERDOGAN RE DIKE'

Îro li kûdevera Kurdistanê hûn ji zarokekî jî bipirsin û bibêjin dijminê Kurdan kî ye, di cih de wê bibêje, AKP û Erdogan e. Lê hikûmeta xwecih wiha bi rehetî bi hikûmeta faşîst re hevkariyê dike. Xwezî daxuyaniyeke wan di berjewendiya Kurdan da bûya lê ev rewşa ku bi navê siyasetê tê kriin tam rewşa bêîradebûnê ye û nîşana wê ye ku bi navika xwe ve bi komkujên Kurdan re girêdayîne.

Cûdî her wiha got, ''Ên ku ne li cem gel in nikarin siyasetê bikin. Di siyasetê de fikra wan tenê li ser teşhîr û tecrîda PKK'ê ye. Erdogan jixwe vê dike. Lê wek ku gotina wan yek be tevbigerin ti cihêtiya wan ji Erdogan namîne. Ji bo vê jî divê dawî li vê rewşa bêpolîtikabûnê bînin, ya ku destûrê dide komkujiya Kurdan.

'GREVA BIRÇÎBÛNÊ MÎSYON Û PEYWIRÊ LI BER ME HEMÛYAN DATÎNE'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Bêrîtan Cûdî  herî dawî got gelê Kurdistanê yê welatparêz, hemû gelên azadîxwaz û raya giştî ya demokratîk, heke siberoja xwe bi vê sîstemê re nabînin û ferzkirinên AKP'ê ku rûyê faşîzan ê vê pergalê ye ji xwe re weke dijminan dibînin, naxwe divê hewl bidin destûra derbasbûna wê nedin, vê faşîzme sînodar bikin û li ser çewisandina wê hûr bibin.

 Cûî got greva birçîbûnê ya ku parçeyekî girîng ê vê pêngavê ye mîsyonê li ser her kesî bar dike û peywirê li ber her kestî datîne û girîng e ku ev misyon û peywir were bicihanîn. Cûdî got, ''Kurd êdî ne nezan û bêîrade ne. Divê ev li meydanên berxwedanê, sendoqên hilbijartinê, li hemû mewziyên berxwedanê were nîşandan. Divê ev giyanê ku derketî holê were domand, li bara ti zextê em nepirsin û berxwedanê zêdetir geş bikin.''