'Civaka Kurd nema êdî tehemûla bindestiyê dike'

'Civaka Kurd nema êdî tehemûla bindestiyê dike'

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) Roza Pinar bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rewşa Rojavayê Kurdistanê û got; “Civaka Kurd êdî nikare tehemûla bindestiyê bîne. Gelê Kurd êdî dixwaze Rêbertî di nav xwe de bibîne. Hemû kar û xebatên me jî li ser vê esasê pêş dikevin. Li ser vê esasê jî bangewaziya me ji hemû gelê me ewe ku ji vê pêvajoyê re pêşengtî bikin.” Pinar, destnîşan kir ku dê Rojava bandorê li parçeyên ên Kurdistan jî bike.

Sala 2012’an bû bihara gelan. Li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd li ser bingeha Xweseriya Demokratîk dest danî ser hemû sazî û dezgehên dewletê. Gelê Kurd li Rojava rêveberiya xwe bixwe dike. Ji bo parastina xwe yekîneyên parastina gel hatine rêxistinkirin. Şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê pêş dikeve, Azadiya Jinê ve çawa tê nirxandin? Pergala ku di wir de hatiye avakirin bi çi rengî ye? Di heman demê de tecrîda girankirî ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin salekî xwe tejî kir, li hemberî vê rewşê tevgera jinê wê helwesteke çawa raber bike? Me ev mijarna ji Endama Kordînasyona PAJK’ê Roza Pinar pirsî.

Li Rojavayê Kurdistanê di demeke kurt de şoreşeke civakî hate kirin. Hûn pêşketinên li wir çawa dinirxin?

Pêşketinên ku li Rojavayê Kurdistanê pêk hatine ku weke şoreş tê binavkirin encama têkoşîna me ya 40 salan e. Têkoşîna me îro gihîştiye qonaxa xwe ya herî girîng. Çend roj in bajar bi bajar hemû der li Rojava dikeve destê gel. Di serî de ez dixwazim vê berxwedaniya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê, vê serhildan û ruhê şoreşê ku roj bi roj pêşdikeve silav bikim.

Niha ne tenê li Kurdistanê, ev çênd sal in Rojhilata Navîn bi tevahî ketiye qonaxeke nû. Rojane pêşketinên dîrokî pir bi lez çêdibin. Pergala desthilatdar dixwaze xwe ji nû ve ava bike. Pergal ji ber ku xetimandineke kûr dijî, dixwaze hin guhertinan pêk bîne. Vê jî dixwaze wek zemîn li Rojhilata Navîn pêş bixe. Hemû siyaset û hewldan jî li ser vê esasê pêş dikevin. Bi taybet sala borî qonaxa şoreşa gelan pêşket û hîn jî berdewam dike. Pergala desthilatdarî hîn negihîştiye encamekî li gorî berjewendiya xwe. Rojhilata Navîn hîn li gorî berjewendiyên desthilatdaran nehatiye parçekirin. Ev pevçûn hîn berdewam dikin. Bêguman di Rojhilata Navîn de cihê Sûriyeyê pir girîng e. Pergal dixwaze şêwazê ku wek model avadike di Sûriyeyê de biceribîne, heke li wir bi ser bikeve wê li hemû Rojhilata Navîn jî were meşandin. Lê belê heya niha ti encameke berçav derneketiye holê. Niha hemû çavên cîhanê li ser Sûriyeyê ne. Di milekê de Amerîka û Tirkiye di milê din de Çîn, Rûsya û Îran li ser wir hesaban dikin.

RASTIYA AKP’Ê DERKETE HOLÊ

Hemû hêzên hegemonîk berjewendiya xwe di Sûriyeyê de dibînin. Her kes pêvajoyê dişopîne ku siyaseta xwe li ser wê pêşbixe. Jixwe planên Annan li Sûriyeyê pêk nehatin. Siyasetên ku ji derve hatibûn destnîşankirin jî têk çûn. Muxalefet xwe komî ser hev nekiriye. Alternatîfeke pir cidî derneketiye holê. Li Sûriyeyê alozî her diçe kûr dibe. Diyar e ku wê mûdaxale û pevçûnên herî giran piştî hilbijartinên Amerîkayê pêş bikevin. Ji ber ku piştî hilbijartinan siyaseta ku li hemberî Suriye bê meşandin, wê eşkere bibe. Niha ji ber dixwazin pêvajoyê dirêj bikin, hin tiştan bi derengî dixin. Dixwazin dewlet di hundir de lewaz bikin. Bi tektîkên bi vî rengî hewl didin heya hilbijartinan vê rewşê berdewam bikin. Mudaxeleyekî leşkerî, niha ji bo berjewendiyên xwe di cih de nabînin. Di vir de dewleta Tirkiyê ji xwedî roleke sereke ye. Dewleta Tirkiyê îdea dikir ku wê bi cîranên xwe re têkîliyeke sifir pirsgirêk bide meşandin. Encex îro bi sedan problem derketine holê. Siyaseta derve ya dewleta Tirkiyê pûç bû, têk çû. Hem di hundir de pirsgirêk dijî ku pirsgirêka Kurd nehatiye çareserkirin, ango muxalefeteke pir mezin di hundir de li hemberî dewletê pêş dikeve. Hem jî li derve rastiya AKP’ê derkete holê. Rojekê ji bo Esat got ku “Em birayê hev in” roja din ji bo ku Esat têk biçe piştgirî da muxalîfan. Niha jî ketiye derdê ku ji pêşketinan para xwe jî wergire.

ROJAVA DÊ BANDOR LI SER PARÇEYÊN DIN JÎ BIKE

Li gorî we ev siyaset çavkaniya xwe ji tirsa bandora Rojava ku li ser Tirkiyeyê çêbibe, nagire?

Bê guman. Di Sûriyeyê de Kurd rola mifte dileyîzin. Jixwe di her çar parçe û welatên dagirker hejmareke mezin Kurd hene. Ev 40 sal in jî di pêşengtiya Rêber Apo de berxwedaniyeke mezin tê meşandin. Ewqas xwîn hatiye rijandin, ewqas bedel hatine danyîn. Di encama vê têkoşînê jî ewqas nirx hatine afirandin. Destketiyên mezin derketine holê. Lewma di vê qonaxê de rola Kurdan pir girîng e. Ango Kurd di Rojhilata Navîn de heke di warê aşitî, demokrasî û pêşengtiyê de rola xwe bilîzin wê bandoreke pir mezin çêbibe. Niha fersendeke dîrokî ji bo Kurdan çêbûye. Kurd gihîştine astekê ku bibin xwedî statû. Gelê Kurd nema dixwaze wek berê her desthilatdar li ser wî teserûf bikin. Niha her çar parçê Kurdistanê ber bi pêvajoyekê ve diçe ku bibe xwediyê statû. Gava yekemîn li Rojavayê Kurdistanê pêş ket. Di gelek bajaran de gel rabûye ser piyan, bi xwe xwe bi rê ve dibe. Gelê me nema bindestiyê dipejirîne. Pêşketinên ku di van demên dawî de derketine holê, bêguman bi carekê de çênebûne. Di encama nirxên ku têkoşîna me avakirine derket holê. Kedekî mezin ku Rêbertî di Rojava de daye heye. Rêbertî bixwe 20 salan li Rojava bi vî gelî re jiya. Bandoreke pir mezin a PKK’ê li ser Rojava heye. Gelê me yê Rojava ji bo statû, azadî û mafên xwe yên netewî ewqas xwîn rijand, bedelên mezin da. Destketiyên îro hemû berhema van nirxan e. Demeke dirêje gelê me amadekariya xwe dike. Îro Kurdên ku di Rojava de dijîn heke bibin xwediyê statû, wê bandoreke pir mezin li ser her sê parçên din çêbike. Li ser parçê Bakur, Rojhilat heta li ser parçê Başûrê Kurdistanê jî wê bike. Her çiqas hukûmeteke heremî li Başûr heye jî, li wir jî hin pirsgirêkên kûr hene. Pirsgirêka di navbera hukûmeta herêmê û Iraqê hîna çareser nebûye, pirsgirêkên civakî dewam dikin. Ango kes nikare bêje Başûrê Kurdistanê tam rizgar bûye. Hin zext û zordariya dewletên derve li ser Başûr çêdibin. Ji ber vê jî bandora Rojava li ser her sê parçan wê çêbibe.

li welatên Eraban jî raperînên mezin çêbûn, lê belê pergaleke xweser û demokratîk ava nebû. Dîktatorek çû yeke din hate şûna wî. Li gorî we wê encama Raperîna Rojava çawa bibe?

Çima em dibêjin di Rojhilata Navîn de gelê Kurd hêzeke diyarker e? Ji ber gelê Kurd bi rêxistin kiriye. Di herêmê de ne muxalîf, ne hêzên statûkoperest, ne jî hukûmetên heyî, ji bo çareseriyê xwedî bernameyeke guncav in. Encex ji bo pirsgirêkên li Rojhilata Navin, ji bo azadiyê û ji bo demokrasiyê, tevgara herî zêde têkoşîn dike û xwedî bername û projeye PKK ye, ango Rêber APO ye. Li Lîbyayê mêze bikin pergal hate rûxandin, lê belê şûna wê ti pergal nehatin sazkirin. Li Misrê jî heman tişt heye. Hîn jî nerazîbûn dewam dikin. Hukûmeta ku hatî avakirin ne li gorî berjewendiyên gel e. Li ber dilê desthilatdaran kar dikin. Di vê pêvojayê de yê herî zêde di milê leşkerî, siyasî û birdozî de amadeye gelê Kurd e. Gelê Kurd di asteke bilind a zanebûnê de ye. Ne wek serhildanên di welatên Eraban de bi carekê de ev serhildan pêşketin. Amadekarî û xebatekî pir mezin di nav gel de hebû. Gel 40 sale bi birdoziya ku Rêber Apo pêş xistiye pergala xwe ya civakî bi rêxistin dike. Gelê Rojava ne gelekî bêzanebûn e. Niha mêze bikin gel bixwe xwe bi rê ve dibe. Kesî/ê li ser serê xwe napejrîne. Meclîsên xwe, dibistanên xwe yên zimanê zikmakî, akademiyên xwe ava dike. Ji bo parastina rewa rêxistin hatine avakirin. Ev sazî jî misogeriya demokrasiyê ne. Pergala ku em dibêjin Xweseriya Demokratik herî zêde di Rojava de bi cih bûye. Gelê Rojava ne bêperspektîf, plan û program e. Ji bo destketiyên xwe pergala xwe ava dike. Li wir niha modeleke demokratîk çêdibe. Divê ev were kûrkirin. Em nikarin bêjin me welat rizgar kir, bes e! Na, hîna pêvajoyeke metirsîdar li pêşiya me ye. Divê em bizanibin ku dijmênên me pir in û ticar desketiyên Kurdan qebûl û hezm nakin. Dibe ku dijmin sibş êrîşên pir mezin jî li ser Kurdan pêk bîne. Divê em li hemberî her cûre êrîşan jî amade bin. Em nebêjin bes e! Ne bese û têrê nake. Divê pergala ku hatiye sazkirin were kûrkirin. Di aliyê ewlekariyê de hişyariyeke pir mezin pêwîst e. Di vê demê de 7 heya 70’ê salî divê herkes kar bike û di nav karê Xweseriya Demokratik de cihê xwe bigre. Heya Rêber Apo azad nebe, gelê Kurd ne azad e. Ji bo vê jî, rizgariya parçeyekê ji bo me ne bes e.

Divê di nav gelê li Rojava îtîfaqeke xurt were çêkirin. Em divê biratiya gelan di Rojava de pêk bînin. Di Rojava de tenê Kurd najîn, Ermenî, Asûrî, Erep, Elevî, Êzîdî jî dijîn. Em divê yekîtiya gelan jî bilind bikin. Ji bo pirsgirêkên wan jî bibin hêza çareseriyê. Em dikarin wê demê bêjin me pergala xwe daye rûnişkandin.

Di vê demê de gavên pir girîng jî hatin avêtin. Yekîtiya di nav hizbên Kurdan de li Rojava hatin çêkirin. Ev îtîfaq jî gelekî girîng in. Ev wê xîzmeta pêkanîna kongreya netewî jî bike. Kurd çikas xwe rizgar bikin, ewkas dijminên wî dê zêde bibin. Wê dijmin zêdetir har bibin. Ji ber ti desthilatdar naxwazin bindestên wan azad bibin, ji ber vê jî wê li hember Kurdan zêdetir têkevin nava hewldanên êrîşane. Niha hemû hêz di pêvajoya temaşekirinê de ne. Sibe dusibe wê polîtîkayên xwe diyar bikin. Piştî hilbijartinên li Amerîkayê, dibe ku gelek tişt biguherin. Yekîtiyên cuda jî dibe di nava dewletan de pêşbikevin. Di vê pêvajoyê de nêzîkbûneke pir hesas pêwîst e. Berpirsiyariyekî pir mezin hewce dike.

DI VÊ PÊVAJOYÊ DE TI RÊYEKE DIN JI BO GELÊ KURD TINE YE

We jî got gelê Kurd çiqas destketî ava dike, ewqas dijminên wî har dibe. Par di 14’ê Tîrmehê li Amedê xweseriya Demokratîk hate îlan kirin û 27 Tîrmehê jî dewleta Tirk li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîd danî. Saleke hevdîtin têne astengkirin. Li hember vê konseptê Tevgera Azadiya Jinên Kurd di nava hewldaneke çawa de ye û wê di dema bê de çawa tevbigere?

Rêber Apo bi nêrînên xwe pêvajo bi rê ve dibir. Siyaseta heremê, Rêbertî dida meşandin. Yek gotineke Rêbertî dikarîbû gelek tiştan biguhere. Rêbertî bandoreke pir erênî li ser pêvajoyê dida çêkirin. Piştî şoreşa bihara gelan destpê kir, Xweseriya Demokratîk hate îlankirin, di hilbijartinan de gelek destketî derketin holê, dijmin, hêza Rêbertî ya li ser pêvajoyê baştir dît. Ji ber vê jî pîştî 27’ê Tîrmehê hevdîtin hatin qutkirin. Armanc çi bû? Konseptek hatibû amadekirin. Ji bo vê konseptê jî dijmin hemû hêza xwe xiste dewrê. Dijmin pir aşkere got “Heya em encam negirin, em ê dev jê bernedin.” Dijmin fikirî ku çiqas dengê Rêbertî were qutkirin, ewqas wê bikaribe li gorî berjewendiyên xwe pêvajoyê bide meşandin. Ji ber vê jî tecrît hate zêdekirin. Em nêz qonaxa çareseriyê bûne. Rêbertî heke nêrînen xwe bigihîne gel, di Rojhilata Navîn de gelek tişt wê biguherin. Di Rojhilata Navîn de wê desthilatdar nikaribe li gorî xwe li ser gelan mêtîngerî bike. Aştî, demokrasî û wekhevî wê pêş bikeve.

Me jî wek tevgera Azadiya Jinên Kurd, ji bo azadiya Rêbertî pêngavek da destpêkirin. Ev pêngav gihîşt asteke girîng. Encamên pir erênî jî derket holê. 27’ê Tîrmehê tecrîta li ser Rêbertî salake xwe tejî dike. Hemû karê me li ser esasê azadiya Rêbertî wê pêşbikeve. Wek rêxistin li ser vê esasê em ê pêvajoyê pêş bixin. Wek me got pêvajo pir girîng e.

CIVAKA KURD ÊDÎ NIKARE TEHEMÛLA BINDESTIYÊ BÎNE

Ji bo vê jî divê jin, zarok, ciwan, pîr û kal hemû gelê me di nav kar de cih bigrin. Ji bo ku pêvajo ber bi demokrasî û azadiyê de pêş bikeve divê herkes 24 seatan di nava kar de be. Azadiya Rêbertî mifteya çareseriya Rojhilata Navîn e. Me ev pêvajo heya qonaxekê aniye. Encex ev têra me nake. Pêwîste ev qonax hîna zêdetir were bilindkirin. Ji ber Rêbertî bi salane di nava berxwedaniyeke bê mînak de ye. Li gor vê berxwedaniyê jî pêwîste jinên Kurd, ciwanên Kurd jî bersivê vê tiştê bidin. Bi ruhê 14’ê Tîrmehê û bi ruhê şoreşa Rojava em jî berxwedaniya xwe bilind bikin. Em bikaribin konsepta dijmin vala derbixin. Civaka Kurd êdî nikare tehemûla bindestiyê bîne. Gelê Kurd êdî dixwaze Rêbertî di nav xwe de bibîne. Hemû kar û xebatên me jî li ser vê esasê pêş dikevin. Li ser vê esasê jî bangewaziya me ji hemû gelê me ewe ku ji vê pêvajoyê re pêşengtî bikin. Di vê pêvajoyê de ti rêyeke din ji bo gelê Kurd tine ye. Rêyek tenê heye, ew jî azadiya Rêbertiya me ye.