Gerîlaya Kurd Gulbihar Derbîsiyê di temenekî biçûk de paleyî dike. Weke gelek keçên Kurd hesreta xwendin û nivîsandinê dimîne. Piştre tevlî nava refên gerîla dibe.
Gulbihar Derbîsiyê ya bi navê Nejbîr Osmandi sala 1992’an de li bajarê Derbîsiyê tê dinê. Ew jî mîna gelek keçên Kurd dibe qurbana kevneşopiyên civakê û fêrî xwendin û nivîsandine nabe. Hesreta xwendin û nivîsandinê di dilê wê de dimîne. Gulbihar Derbîsiyê ji bo ku di warê madî de piştgiriyê bide malbata xwe di 9 saliya xwe de diçe karê palehiyê.
PALEYÎ ŞÊWEYEKÎ TÊKILÎDAYÎNA CIVAKÊ YE
Keçên Kurd yên ciwan saet sisiyê sibehê ji xew radibin, cil û bergên xwe li xwe dikin û wiha bi hevre diçin palehiyê. Gulbihar Derbîsiyê jî yek ji wan keçên ku diçin palehiyê û jiyana xwe wiha anî ziman: “Gava ku ez çûm palehiyê temenê min 11 bû. Lê belê ez bi lez fêrî wî karî bûm. Di destpêke de min hinekî zehmetî kişand, lê belê hevalên min yên keç piştgirî da dane min û ez zû fêrî wan bûm. Gelek keçên ciwan temenê wan biçûk bûn û dihatin palehiyê. Dema ku em bi hev re diçûn palehiyê, bi hevre stran digotin û sohbet dikirin. Gelekî li xweşa min diçû. Em bi giştî diçûn palehiya nîsk, pembû û kemûnê. Min heft salan karê çolê kir, êdî karê paleyî bibû perçek ji jiyana min.”
Gulbihar Derbîsiyê gava ku karê palehiyê dike gelekî serbilinde, lê belê nêzîkatiyên hinek kesên ku Gulbihar navê wan kiriye ‘mirovên ji kedê dûr’ wê aciz dikin. Ew nêzîkatiyên ku karên palehiyê biçûk dibînin li gorî Gulbehar Derbîsiyê çewtin û bi wan nêzîkatiyan bandor nebûye. Berovajî wê karê palehiyê di kesayeta wê de gelek taybetmendiyên civakî daye avakirin û herdem wê di nava têkiliyekî bi civakê re hiştiye.
‘ŞEHADETA HEVALÊ RÛSTEM CÛDÎ BANDOR LI MIN KIR’
Berî ku Gulbihar Derbîsiyê beşdarî nava refên gerîla bibe misoger lêgerînên wê yên beşdarbûne hene. Gerîlaya Kurd Gerîla Derbîsiyê ev hevokên ku me rêzkirin bi van gotinên xwe teqezkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Sedemê lêgerînên min yê beşdarbûna nava refên gerîla, jiyana gerîlayên jin bû. Jiyankirine gerîlayên jin li çiyan hêz û bawerî dida min ku ez di civakê de bi îrade bim. Lê belê şehadeta Hevalê Rûstem Cûdî ez ji dil de hejandim. Ez nikarim şehadeta hevalê Rûstem bipejirînim û li hemberî dijmin kîneke mezin di dilê min de ava kir. Armanca min a tevlîbûna nava refên gerîla ewe ku ez tola hemû hevalên şehîd rabikim û rast bijîm.”
Gerîla Derbîsiyê bi heyecaneke mezin tevlî jiyanê dibû û hemû hevalên wê ji tevlîbûna wê razîbûn. Hevalên wê yên jin hesreta xwendin û nivîsandine di dilê wê de nahêlin û destpêkirine wê fêrî zimanê kurdî dikin. Wê jî gelekî hewldida ku zû fêrî jiyana gerîlayetî bibe. Mîna ku wê jî di nava axaftinên xwe de anî ziman; piştî ku tevlî nava refên gerîla bûye, mîna ku ji nûve dayîkbûye û her tiştekî jiyana gerîla keyf û heyecan dide wê