Çînê di çarememîn rêwîtiya xwe ya ber bi fezayê de 1 jê jin sê astronot şand. Liu Youg bû yekemî jina Çînî ya ku dice fezayê.
Roketa bi navê “Meşa Dirêj” a li ser wesayîta fezayê ya bi navê “Şenzû-9” ji îstasyona bi navê Jiuuan a li rojavayê bakûrê Çînê hat avêtin.
Tê payîn ku astronotên Çînî di nava çend rojan de xwe bigihînin îstasyona Tiangong 1. Astronotên Çînî dê ji hefteyekê zêdetir li fezayê bibmînin. Fermandarê komê jî Jing Haigpeng ê ku di sala 2008 de jî çûbû fezayê ye. Her du astornotên din jî jina bi navê Liu Wang û Liu Yang in.
Çînê di sala 2003 de bi tenê mirov şandibû fezayê û di cîhanê de piştî Rûsya û DYA’yê bû sêyemîn welatê ku mirovan şand fezayê.
Di sala par de wesayîta bê mirov a fezayî ya Çînê berê xwe dabû Tiangong 1’ê (koçika asîmanî) û dê wesayîta Şenzû ya ku taykonot têde ne jî berê xwe dibe Tiangong 1’ê.
Tiangong 1 di rêgaha cîhanê de digere û ceribandinên zanîstî dike. Li gorî nûçeya Şînhûayê, Serokê Bernameya Fezayê ya Çînê Niu Hongguang diyar kir ku dibe taykonotek jin di wesayîtê de cih bigire.
Ev proje jî parçeyek ji projeya avakirina îstasyona fezayê ya ji aliyê Çînê ve li ser rêgaha Cîhanê hatiye çêkirin. Çîn plan dike ku vê îstasyona xwe ya 60 biqedîne.