Çeteyên DAÎŞ’ê 2 jin înfaz kirin
Çeteyên DAÎŞ’ê li Reqayê serê 2 jinên ciwan jêkirin û qetlîameke hovane pêk anîn.
Çeteyên DAÎŞ’ê li Reqayê serê 2 jinên ciwan jêkirin û qetlîameke hovane pêk anîn.
Çavkaniyên heremî ragihandin ku çeteyên DAÎŞ’ê li navenda bajarê Reqayê serê 2 jinên ciwan jêkirin û qetlîameke hovane pêk anîn.
Li gorî agahiyan çeteyên DAIŞ’ê nahêlin ku sîvîl ji Reqayê derkevin û li hin deverên bajêr bendên kontrolê danîne, bi zorê gel beşdarî nav refên xwe dikin.
Bi destpêkirina pêngava duyemîn a Hemleya Xezaba Firatê ve çeteyên DAIŞ’ê ketine nav panîkê. Tê gotin ku ji ber tirsê di nav çeteyan de parçebûn û rev zêde bûne.