CENÎ 7. Kongreya xwe lidar xist
CENÎ 7. Kongreya xwe lidar xist
CENÎ 7. Kongreya xwe lidar xist
Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ, kongreya xwe ya 7. lidar xist. Di kongreyê de, ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryara têkoşîneke bêhempa a çalakiyan hat dayîn.
Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Cenî 7. Kongreya xwe li bajarê Elmanya Dusseldorfê roja Şemiyê bi beşdariya bi dehan jinan lidar xist.
Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo cangoriyên Kurdistanê, axaftina vekirinê ji aliê encama rêveberiya berê Munevver Azîzoglû ve hat kirin û dûre dîwana ji 3 kesan hat hilbijartin.
Ji Meclîsa Jinan a Wuppertalê, Kolnê û Dusseldorfê dîsa ji Dayîkên Aşitîyê û Enstîtuya Kurdî, her wekî din ji Navenda Jinê Utamarayê, Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad, ji Hevseroka Yek-Kom Hamîde Akbayir, ji partiya çep baskê wê yê jinan Lîsa û ji Heyva Sor a Kurdistanê peyam hatin ragihanin.
Him di axaftina vekirinê de û him jî di hemû peyamên ku hatibûn dayîn pêngava dawiyê yê şoreşa Rojava bi heybet hatiye silavkirin.
Piştî xwendina raporan, xebatên salekê hatin nirxandin û dûre rêveberiya nû ya ji 9 kesan hat hilbijartin. Piştî hilbijartinan jî plansazîye saleke hate danîn.
Di plansaziyê de biryar hate girtin ku, bi awayek çalaktir tevlî kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê birêve birin bibin.
Dîsa biryar bi awayek xwe rexnekirinê ji nû ve hat stendin ku ji bo ronîkirina Komkûjiya Parîsê têkoşînek hîn xurttir û bêhempa bê meşandin.
Her wekî din biryarên wiha hatin stendin:
Komîsyonên karê derve yên heyî yên Meclîsa Jinan bên pêşxistin û yên nû bên avakirin.
Di qada navneteweyî de danasîna têkoşîna aştiyê ya jinên Kurd.
Ji bo şopandina hilbijartinên 2014'an li Bakurê Kurdistanê heyetên jinên biyanî bên sazkirin.
Bi awayekî çalak piştgirîdayîna têkoşîna jinên Rojava û di heman demê de di qada navnetewî de dananasîn.