Cenazeyên du gerîlayên YJA Starê yên şehîd hatin veşartin

Cenazeyên du gerîlayên YJA Starê Benda Amed û Destîna Botan ên di 25'ê Tîrmehê de li bejahiya navçeya Berwarî ya Şirnexê şehîd bûn, hatin veşartin.

GERÎLAYÊN ŞEHÎD

Cenazeyên gerîlayên YJA Starê Benda Amed (Semra Ayverdî) û Destîna Botan (Bîşeng Durmuş) ên ku di şer û bomberdûmana 25'ê Tîrmehê ya li herêma Herekol a navçeya Berwarî ya Sêrtê de şehîd bibûn, ji aliyê malbatê ve ji morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê hatin wergirtin û veşartin.

AMED

Cenazeya gerîlaya YJA Starê Semra Ayverdî (Benda Amed), ji aliyê malbatê ve ji Morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sêrtê ve hat wergirtin. Malbatê cenaze anî navçeya Bismil a Amedê.  Malbatê cenazeyê Benda Amed anî goristana li Taxa Seyrantepeyê. Rêveberên DEM Partî û DBP'ê yên navçeyê, endamên Nûnertiya Bismilê ya MEBYA-DER beşdarî merasîma cenaze bûn.

Cenazeya Benda Amed piştî wecîbeyên olî hate veşartin.

ŞIRNEX

Gerîlaya YJA STAR'ê Bîşeng Durmuş (Destîna Botan) li gundê Nêwavî yê Silopiyayê hat veşartin. Malbata Durmuş piştî DNA'yê keça xwe li morga Nexweşxaneya Sêrtê wergirtin û li goristana gund veşart.

Gelek welatî jî beşdarî merasîma veşartinê bûn.

Şîna Destîna Botan berê li mala malbatê ya li gund hatibû dayîn.