Cenazeyê Hoffman wê ji Nisêbînê bê wergirtin

Cenazeyê şervana MLKP'ê Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) a li Rojava jiyana xwe ji dest da, wê ji deriyê sînor ê li Nisêbînê ji aliyê malbat û rêhevalên wê ve teslîm bê girtin.

Cenazeyê şervana MLKP'ê Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) a li Rojava jiyana xwe ji dest da, wê ji deriyê sînor ê li Nisêbînê ji aliyê malbat û rêhevalên wê ve teslîm bê girtin.

 Cenazeyê şervana MLKP'ê Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) a di dema parastina Şoreşa Rojava de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, wê ji deriyê sînor ê li Nisêbînê ji aliyê malbat û rêhevalên wê ve teslîm bê girtin.

Malbata Hoffmann duh êvarê hatibû Amedê û îro danê sibehê derbasî Mêrdînê bûbû.

Li gel malbatê rêveberên MEYA-DER, Alîkara Seroka Giştî ya ESP'ê Fethiye Ok, rêveberên ESP û HDP'ê û malbata Ogûz Sarûhan ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, amade ne.

Cenazeyê Hoffmann piştî ku ji deriyê sînor ê Nisêbînê hat wergirtin, wê rakin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Li ber nexweşxaneyê wê merasîmek bê lidarxistin û cenaze piştre ber bi Enqereyê ve were şandin.

Hoffmann wê di 14'ê Adarê de li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê ber bi rêwîtiya bê dawî ve were oxirkirin.