Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Sûltan Dag li Mêrdînê hat veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Sûltan Dag ku li herêma Mawayê di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bibû, li gundê Şêxmehmûd ê navçeya Mehsert a Mêrdînê hat veşartin.

ŞEHÎDÊ YJA STARÊ SÛLTAN DAG

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Sûltan Dag a di operasyona ku 18’ê Hezîranê li bejahiya gundê Xirbêkûr ê herêma Mawayê destpê kir û 22’ê Hezîranê belavî bejahiya navçeya Kercewsê bû, ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlîhê hate wergirtin.

Malbata Şehîd Sûltan Dag ji bo cenazeyê bigirin serî li dozgeriyê dan. Piştî hevdîtinê malbatê cenaze teşhîs kir. Malbat cenazeyê wergirt û ji bo veşartinê birin gundê Şêxmehmûd ê navçeya Mehsert a Mêrdînê.

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Sûltan Dag bi tevlîbûna Parlementera Mêrdînê Salîha Aydenîz û gelek kesan li gund hate veşartin.