Cenazeyê Dayika Guzel a berxwedêra Şemiyê hate veşartin

Cenazeyê Ayika Aştiyê Guzel Şahîn a 74 salî ku temenê xwe li dijî faşîzmê têkoşîn dayî kirin û di encama rijîna xwînê ya li ser mejî jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê bi hezaran kesan ve hate veşartin.

Cenazeyê Dayika Aştiyê Guzel Şahîn di tevahiya temenê xwe de li dijî faşîzmê têkoşînek bê hempa da meşandin, li taxa Gulsûyû ji aliyê hezaran kesan ve hate veşartin. Di merasîmê de li gel malbata Şahîn, Dayikên Aştiyê, Parlemetera HDP’ê Filîz Kerestecîoglû, Parlemeterê HDP’ê Sezgîn Tanrikûlû, Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkoglû, hunermed Ferhat Tûnç, Malbatên Şehîd û Girtiyan, malbatên Şehîdên Geziyê û dayikên aştiyê cih girtin. Merasîma cenaze li Mala Cemê ya Kartalê pêk hat. Darbesta cenazeyên Guzel Şahîn a bi kesk, sor û zer hate xemilandin, li ser milê Dayikên Aştiyê bi dirûşma “Wê hêrsa dayikan qatilan bifetisîne” pêşwazî kirin. Piştî rêzgirtinê û şûnde li gorî baweriya Elewîtiyê helalî li pêşberî gel hate xwestin.

Cenazeyê Dayika Şahîn piştî merasîma helaliyê û şûnde li taxa Gulsûyû bi meşeke girseyî hate definkirin. Di meşa girseyî ya pankartên “Wê kumla şidandî ya dayika Guzel wê di kumla me ya şidandî de bijî” hate vekirin û wêneyên “Sûr dîrok e” hatin hilgirtin, bi yek dengî dirûşmên “Hevrê Guzel nemire”, “Wê hêrsa dayikan qatilan bifetisîne”, “Wê roj were dewleta Tirk hesab bide gelê Kurd” û “Jin, jiyan, azadî” hate qîrkirin. Cenazeyê dayika Guzel li nêz wêneyê yek ji pêşengê şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya hate veşartin.