Çavdêriyek li jiyana gerîlayên Jin

Çavdêriyek li jiyana gerîlayên Jin

Hemû gerilayên jin xwe ji bo perwerdê amade dikirin. Gelo, dema mirov berê xwe bide yekîneyeke gerîlayên jin, kîjan hest tê jiyîn? Xweza, daristan, kulîlk, hewaya berbanga sibehê û tîrêjin rojê yên fedyok li benda min bûn. Dilê min şêt û dilşad bibû. Min dixwest ez soma Biharê ji nêz ve bibînim û hestên lêdigerim bijîm. 

Ez û gerîlaya Kurd Şaristan Nurheq sibehê zû rabûn ser xwe û me berê xwe da yekîneya gerilayên jin. Heyanî ji destê gerila tê berî ku rok derê, xwe digihînin ciyê ku diçine. Her liv û lebateke gerila di encama tecrûbeyekê de ye û misoger mirov tiştên nû dibîne. Mîna hûn jî dizanin nûbûn jiyana mirovan dewlemend dike. Îro jî wê gerilayên jin jiyana me bi riwê xwe yê rûken, bi dilnazenîna xwe û bi narîna çavên xwe rengekî nû bidin jiyana me. 

GERÎLAYÊN JIN JI MÊJ VE KETIBÛN NAVA LIV Û TEVGERÊ

Şaristan Nurheq rê nizanîbû û li gorî texmîna xwe pêşengtî dikir. Wê rojê Şaristana ku gelekî ji germahiyê û ji rokê aciz e pêşengtî ji min re dikir. Di meşa xwe de zîrek bû û ez nedigihîştime wê. Ji min re behsa bîranînên xwe yên wê şîveriyê dikir. Jibîra wê neçûbû kîjan gerila di wê şîveriyê de dîtiye. Ev tê wateya ku şîveriyên çiyan di her bîranînekê de hevalbendên gerila ne. Gelo tenê gerilayên jin wiha ne, yan gerilayên xort jî wiha hîsdikin û dijîn? Ez rojekê bi gerilayên xort re tevger bikim, ezê ji we re behsa vê yekê bikim. Hîna ez û Şaristan suhbet dikin rûkeniya gerilayeke jin berî tîrêjin rojê gihîşte me û em hembêz kirin. Gelekî ciwan bû, min texmîn nekir ku ew berpisyara yekîneya gerilayên jin e. Navê wê Bêrîtan Tolhildan bû û sala 2007 an tevlî nava refên gerila bûye. Di şeş salan de bûye berpisyara yekîneyê û wê wan di milê leşkerî û bîrdozî de perwerde bike. Jin li çiyan dibin xwedî hêzeke mezin. Ew jineke gelekî rûşîrîn û nazik bû, gelo şervanên wê çawa ne; min mereq kir. Ez hîna ji xwe re difikirim, em gihîştin ciyê wan. Gurûpek li hevdû kombibûn û dixebitîn. Tiştekî pir balkêş bû; lê ezê bi we re parvebikim, rûye wan mîna kulîlkên Biharê geşbû, rûkeniya wan jî nekêmî Şîlana Havînê mirov şadike, berî ku silav bidin me ciwaniya wan dilê me tejî kir û wî wextî ew hembez kirin, birastî ji dilê mirov dihat. Hemûyan bi hev re amadekariyên firavînê dikirin. Min gelekî bêriya wan dîmenan kiribû û kêliyên bi hesret in. Ji heyecana bi wan re suhbet kirin û ketina nava wan de, min zû taştiya xwe xwar û min destê xwe avête wênekêşa xwe ya ku naxwaze ew dîmen ji destê wê biçe. 

GERÎLAYÊN JIN GELEKÎ JI XWE BAWER IN

Xebatê xwe birêxistin kiribûn. Qomîtan û şervanên wan bi hev re ketibûn nava tevgerê de. Sê gerilyên jin şêranî çêdikirin. Gurûpek bi firavînê re mijûl dibû, çend kesan jî xizmeta mêvanan dikirin û yên dîtir jî amadekariya ciyê şahiyê dikirin. Gerilayên di nava wan de yên herî kevn Bêrîtan Tolhildan û Nalîn Avaşîn bûn, her du jî sala 2007 an tevlî nava refên gerila bibûn. Rêxistinkirina jiyanê gelekî girînge û gerilayên jin di vê yekê de ji xwe bawer bûn. Wexta dixebitîn min bi du gerilayên jin re suhbet kir. Yek ji wan gerilaya bi navê Zîlan Cûdî ya bi navê Soma Xalid bû. Li Başûrê Kurdistanê ji navçe Pencewîn ya girêdayî Suleymaniyê sala 2011 an tevlîbûye. Malbata wê Tevgera Azadiya Gelê Kurd ji zûve dinase, lê tişta herî zêde bandor li ser wê kiriye, jiyana gerilayên jin e. Zîlan di nava gotinên xwe de anî ziman ku wê hertim ji xwe dipirsî çima jinên civakê mîna gerilayên jin xwedî îrada najîn. Ji gerilaya jin Viyan Caf ya ku sala 2006 an çalakî lidarxistiye gelekî bandor bûye. Peyvên Zîlan ji dilekî pak dihatin û çavên wê diberiqîn, mirov her hezdikir pêre suhbet bike û kêfxweş bibû ku ciyê xwe di nava yekîneya xweser de girtiye. Hêvî Amara jî gelekî kêfxweş bibû ku hatiye yekîneya xweser ya gerilayên jin. Hêvî Amara ya bi navê Hêzil Omer sala 1990 î li Qamişlo ji dayîkbûye û sala 2012 an tevlî nava refên gerila bûye. Çîroka tevlîbûna Hêvî bi êş bû. Hêvî di temenekî biçûk de ji milê xortekî ve hatiye xapandin û bê ku bifikire wê çawa jiyana xwe di temenekî biçûk de bike dîla çar dîwaran, li gorî hestê xwe tevdigere û dizewicê. Salek derbas dibe û hişê wê tê serê wê ku xeletiyeke dîrokî kiriye. Ew jî piştî ji destê wî xortî lêdan û tadê dibîne. Wê gavê poşman dibe û hewara xwe digihîjîne gerilayên jin. Gerilayên jin xwedî lê derdikevin û wê ji wê tadê rizgar dikin. 

GERÎLAYÊN JIN ŞAHÎ AMADE KIRIBÛN

Yekîneya xweser ji ber wê destbi perwerdeya xwe bike, li gorî derfetên xwe şahî amadekiribûn û destbi şahiyê kirin. Bi taybet zemawenda wan gelekî bi kêf bû. Hemû gerilayên jin govend girtibûn û lîstokên gerila dileyîstin. Roja me çawa derbas bû me ferq nekir, me carekê dît rok li pişt çiyayên berz li şahiya gerilayên jin dinêre û naxwaze ji wan qutbibe. Hatina serdana yekîneya xweser ji min re jî bû bîranîneke di şîveriyên çiyan de.