‘Careke diyar bû ku AKP DAIŞ e, DAIŞ jî AKP ye’
‘Careke diyar bû ku AKP DAIŞ e, DAIŞ jî AKP ye’
‘Careke diyar bû ku AKP DAIŞ e, DAIŞ jî AKP ye’
Meclîsên Jinan ên HDP û HDK’ê bi daxuyaniyeke hevpar qetilkirina Kader Ortakaya ya ji aliyê leşkeran ve şermezarkirin û nirxandina “bi qetilkirina Kaderê ve careke din derket holê ku AKP DAIŞ e, DAIŞ jî AKP ye” hate kirin.
Meclîsên Jinan ên HDP û HDK’ê têkîldarî qetilkirina Kader Ortakaya ya li sînor ji aliyê leşkeran ve daxuyaniyeke hevpar hate dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku roja ku êrîşên li dijî Kobanê destpê kiriye heta niha AKP’ê têkiliyên xwe yên dostane bi DAIŞ’ê re daye berdewamkirin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Di çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê hatine lidarxistin de heta îro hikûmeta AKP’ê û hêzên wî yên ewlehiyê piştgirî dane çeteyan û êrîşî çalakiyan kiriye.” Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku AKP’ê li sînor jinên bi navê Saada Darwish û Şua Huseyîn El Ubeyt jî bi ferasata dagirker qetil kiriye.
Di berdewama daxuyaniyê meclîsên jinan got, "Aşkera dikin ku qatilê Kader Ortayakaya hikûmeta AKP’ê ye û AKP bi polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê, polîtîkayên DAIŞ’ê yên li Rojava, li Tirkeyeyê pêk tîne." Dİ daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi qetilkirina Kader Artakaya careke din derketiye holê ku AKP DAIŞ e, DAIŞ jî AKP ye