Cara yekem jinek bû seroka Ofîsa Cenevreyê ya NY’ê

Cara yekem e jinek ji bo serokatiya ofîsa Cenevreyê ya NY’yê tê peywirdaririn.

Li gorî daxuyaniya Sekreterya Giştî ya NY’yê, Tatiana Valovaya ya rojnameger ku 61 salî ye û dîplomateke Rûsyayê ye, bûye Dîrektora Giştî ya Ofîsa Cenevreyê ya NY’yê.

Valovaya ya xwedî doktoraya aboriyê ye, ji sala 2013’an ve kete şûna dîrektorê giştî Michael Moller ê Danîmarkayî.

Beriya niha di navbera salên 1993 û 2011’î de endamên din ên Rûsyayê çêbibûn û bibûn serokê Ofîsê lê belê cara yekem e jinek tê peywirdarkirin.

BANDORA RÛSYAYÊ KÊM DIBE, YA DYA’YÊ ZÊDE DIBE

Tatiana Valovaya, beriya niha jî heta sala 2012’an di Departmana Hevkariya Navneteweyî ya Rûsyayê de kar kiribû û herî dawî tevlî Komîsyona Aboriyê ya NY’yê bibû.

Bi peywirdarkirina Valovayayê bandora Rûsyayê ya di Cenevreyê de zêde bû û her ku diçe ya DYA’yê kêm dibe.

Rêveberiya Washîngtonê, ji bo di asta NY’yê de mîsyona DYE’yê bimeşîne hê jî nûnerek nehatiye peywirdarkirin. Her wiha rêveberiya Trûmp, ji Konseya Mafê Mirovan a ku gotî “Gelek alîgir e” jî veqetiya.