Cansiz, Dogan û Şaylemez li bajarê Essenê hatin bîranîn

Li bajarê Essenê bi minasebeta 9’mîn salvegera qetilkirina sê jinên şoreşger ên li Parîsê, civînek bi gel re hat lidarxistin û her sê jin hatin bibîranîn.

Bi boneya bîranîna yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, endama KNK'ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, di 9’emîn salvegera qetilkirina wan de bi tevlêbûna Hevseroka KON-MED'ê Zubeyde Zumrut li bajarê Essenê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê saet 13:30’an de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Essenê hat lidarxistin.

Di destpêka bîranînê de ji bo giyana pakrewan û şehîdên Kurd û Kurdistanê deqîqeyekê rêz hat girtin, piştî rêzgirtinê li ser rol û qehremantiya Cansiz, Dogan û Şaylemez axaftin hatin kirin. 

Her wiha Zumrut balkişande ser tevlîbûnên çalakiyên ku wê li Ewropayê werin lidarxistin û wiha got: “Di vê pêvajoya ku gelê Kurd tê de derbas dibe û bi hemû zext û zordariyê re rûbirû dimîne, pêwîst e hemû gelê me beşdarî çalakiyan bibe û erkên ser milên xwe pêk bînin. Li 11 navendên welatê Elmanyayê û li welatên din ên Ewropayê we çalakiyên me werin lidarxistin. Em hemû gelê xwe vedixwînin çalakiyan.”

Pîştî axaftina Zumrut çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.