Çalakiyên 8’ê Adarê li Wanê destpê kirin

Li Wanê bi civîneke çapemeniyê ragihand ku çalakiyên 8’ê Adarê Roja jinên kedkar ên Cîhanê destpê kirin.

Li Wanê bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin ku çalakiyên 8’ê Adarê Roja jinên kedkar a Cîhanê destpê kirin. Koordînatora Navenda Jiyana Jinan a Rojîn, Behîce Erbaga di civînê de axivî û bal kişand ser komkujiyên li dijî jinan pêk tên. Erbaga got: “Bi felsefe û polîtîkayên Rêbertiya me yên têkildarî rêxistinbûna jinan pêkan e.” Di civînê de darvekirinên li Îranê pêk hatin şermezarkirin û jiyan peyam dan ku ew ê li dijî “Qanûna Ewlehiya Navxweyî” têbikoşin.

Pêkhateyên KJA bernameya xwe ya têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, ku wê bi dirûşma, “Em xwe bi jinên li Kobanê li ber xwe didin re xwe bi rêxistin bikin, jiyanê azad bikin” bên lidarxistin, aşkera kir.

Di vê çarçoveyê de li Wanê pêkhateyên KJA yên bajêr li Navenda Jiyanê ya Jinan a Rojîn li hev kom bûn û civîneke çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka DBP’ê Hamiyet Şahîn, Hevseroka HDP’ê ya Wanê Derya Hayva û nûnerên saziyên jinan tevlî civînê bûn.

'ÇARESERÎ: AVAKIRINA JIYANA AZAD Û DEMOKRATÎK E'

Koordînatora Navenda Jinan a Rojîn Behîce Erbaga daxuyanî xwend û bibîr xist ku wê meşa Jinên Cîhanê ku pênc salan carekê tê lidarxistin, li Nisêbînê pêk bê. Erbaga got: “Bi felsefe û polîtîkayên Rêbertiya me yên têkildarî rêxistinbûna jinan pêkan e” û da zanîn ku çareserî avakirina jiyana azad û demokratîk e. Erbaga bal kişand ku jinên ji hemû ziman û ji hemû olan li dijî tundiyê têdikoşin û got: “Arîn, Kader, Sîbel, Nîgar, Denîz Firat û Rengînan bi gihiştina şehadetê têkoşîna azadiya jinan bê mirin kirine.”

Di civînê de darvekirinên li Îranê pêk hatin hatin şermezarkirin û jiyan peyam dan ku ew ê li dijî “Qanûna Ewlekariya Hundir” têbikoşin.

MÎTÎNGA MEZIN 4’Ê ADARÊ YE

Behîce Erbaga da zanîn ku wana çalakiyên li Wanê yên bi armanca 8’ê Adarê, roja 25’ê Sibatê dan destpêkirin û da zanîn ku wê çalakiya mezin a li navenda bajarê Wanê roja 4’ê Adarê bi meşeke mezin ji ber Midûriyeta Emniyetê ya berê ya Wanê destpê bike û heta Qada Newrozê berdewam bike. Di dawiya civînê de dirûşmên, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana YPJ’ê”, “Bijî Serok Apo”, “Destên dirêjî jinan dibin bila bişkên” qîriyan û bi lêxistina erbaneyan ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Jinan piştre ji jinên girtî re kart şandin.