Çalakiya runiştê ya li Zurihê di roja duyemîn de ye

Çalakiya runiştê ya li Zurihê di roja duyemîn de ye

Li Swîsreyê çalakiya ku li ser banga Meclisa Jinan a Bêrîtan hate destpêkirin di roja duyemîn de ye.

Çalakiya kul i ser banga jinên kurd li ber şaredariya Zurîhê dest pê kir di roja duyemîn de li ber Dêra Schaffhausenstr Jakop didome.

Eleqeyeke mezin ji bo çalakiyê heye. Jinên ku onlukên ji Ocalan re azadî li xwe kirin di çalakiyê de nobetê digirin û di standa înfarmatîon de belavokan belav dikin û kesên tên serdana wan dikevin dorê.

Çalakiya ku ji bo azadiya Ocalan, komkujiyê girtîgeha û Roboskê şermezar bikin hate destpêkirin ji aliyê gel ve eleqeyeke mezin dibîne. Tevlibûneke mezin jib o çalakiyê heye.

Çalkaiya ku li cihên cuda yÊn bajar pêk tên dê 3 rojan bidome. Roja şemiyê li Platz Zurîch Helvetîa dê meş pêk were û piştî mêş jî dê bi mîtîngê bi dawî bibe.

Di çalaiya protestoyî de bi posterên Ocalan, alên KJB, Kurdistan û PKK’ê dîmenên rengîn derxistin holê. Di çalakiyê bang li navnetewî tê kirin ku li hemberî şerê qirêj yê dewleta tirk dimeşîne bikevin nava piştevaniyê.