Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 180'emîn li dar xistin.
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan çalakiya xwe ya bi armanca winda bên dîtin kiryar bên darizandin li Kolana Gulîstanê li dar xistin. Rêveberên Şaxa ÎHD'ê, rêveberên BDP'ê, nûnerên rêxistinên sivîl, xizmên windayan û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin û pankrata "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" hate vekirin. Li ser navê komê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Osman Kunteş daxuyanî xwend û diyar kir ku, bûyerên demên dawî li herêmê pêktên diltirsin û wiha got:
"Mirov jiyana xwe ji dest didin. Rondikên dayîkan hêj dibarin. Ciwanên jiyana xwe ji dest didin ciwanên me ne. Dayîkên kezeba wan dişewitin dayîkên me ne. Em weke parêzvanên mafên mirovan naxwazin tu kes jiyana xwe ji dest bidin." Kunteş anî ziman ku, ew ji geşedanên tên jiyîn re dibêjin "Êdî bese" û wiha axivî: "Em komkujiyên li Roboskî û Dîlokê şermezar dikin. Tundî ji ku derê bê bila bê em qebûl nakin."
Kunteş bal kişand ser lîncên li dijî kurdan û avahiyên BDP'ê pêktên jî nirxand û bang li hemû kesî kir ku, li hemberî vê yekê rawestin. Kunteş da zanîn ku, dê çalakiyên wan bidomin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.