Çalakiya birçîbûnê ya li Îzmîrê bidawî bû

Çalakiya birçîbûnê ya li Îzmîrê bidawî bû

Li Îzmîrê çalakiya birçîbûnê ya Meclisa Jinan ya BDP’a Îzmîrê biboneya protestokirina dîwarê şermê yê di navbera Nisêbîn-Qamişlo de tê avakirin, destpêkiribû bidaxuyaniyek ya çapemeniyê bidawî bû.

Meclisa Jinan ya BDP’a Îzmîrê armanca protestokirina dîwarê şermê yê di navbera navçeya Nisêbîn ya Bakûrê Kurdistanê û bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê de tê avakirin, çalakiya rojekê ya birçîbûnê dabûn destpêkirin. Çalakiya birçîbûnê bi meşek ya li ber Sumerbanka Kevin bidawî bû.

Bi sedan jinên li ber avahiya bajar kombûn pankartên “Gelên qedîm yên Mezopotamyayê dibêjin ku; em dîwarên şermê ên me perçe dikin naxwazîn” û dowîzên “Ayşe Gokhan bitenê nîne”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Dîwarên me ji bo me ti tiştin ne ti tişt” hilgirtin.

Jinên ku bênavber sloganên “Dîwarê şermê emê bişkênîn”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana YPG” zilaman jî piştgirî danê. Jinên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin, di navbera xwepêşandan û polîsan de demekê kurt rageşiyê rûda. Li ser rêya meşê gelek TOMA û polîsên hêza çevîk bicih kiribûn.

Li Sumerbanka Kevin li ser navê komê endama Meclisa Jinan ya BDP’a Îzmîrê Însaf Aktaş axivî û got, tirsa Tirkiyeyê ya herî mezin ku dibêje perçebûne, lê di rastiyê de ji hatina gel hev ya gelên ku li ser axa hatî perçe kirin ditirse.

Aktaş anî ziman ku, wana dawî li çalakiya rojekê ya birçîbûnê anîne û got: “Hûn nikarin gelekê ji hev cûda bikin. Heya niha li gel dîwarên di navbera gelan de hatine avakirin û yên dîwar dane avakirin jî bi rûreşî têne bîranîn.”

Piştî axaftinan, komê çalakiya rûniştinê pêkanî û piştre dawî li çalakiya birçîbûnê anîn.