Bûldan: Li Amedê wê 12 wekîlên me hebin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku wê li Amedê 12 parlamenteran bi dest bixin. Bûldan bang li gel kir û wiha got; “Dengê we, wê rewşê biguherîne û azadiyê bîne. Em ê di 24’ê Hezîranê de ji AKP’ê rizgar bibin.”

Merasîmên vekirina buroyên hilbijartinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didome. Bi beşdarbûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Caddeya HatBoyû ya navçeya Rezan a Amedê buroya hilbijartinê hate vekir. Gel bi dahol û zirneyan Bûldan û parlamenterên HDP’ê pêşwazî kir. Bi govendê coşa gel derket asta herî jor. Di vekirina buroyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeyan hate silavkirin.

‘24’Ê HEZÎRANÊ GELEK GIRÎNG E: EM Ê JI AKP’Ê RIZGAR BIBIN’

Bûldan beriya vekirina buroyê axivî û wiha got; “Vekirina vê buroya hilbijartinê wê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de ji bo bidestxistina 12 parlamenteran bibe pêngavek. Hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji bo Kurd û Tirk, ji bo Ermen, SUryan, jin û ciwanan gelek girîng e. Li vî welatî ku kesên ev 16 sal in ji desthilatdariya AKP’ê aciz bûNE, kesên dixwazin dawî li desthilatdariya AKP’ê bînin, yên dixwazin dersê bidin AKP’ê, yên dixwazin wana bixin binê sindoqan sibeha 24’ê Hezîranê wê biçin dengê xwe bidin. Vî welatî ev 16 sal in çi xêr ji desthilatdariya AKP’ê nedît.”

‘DAGIRKER WÊ HESAB BIDIN’

Bûldan qala girtina hevşaredarên DBP’ê û parlamenterên HDP’ê kir û wiha got; “Kesên hevşaredarên me rehîn girtî, yên ku qeyûm li cihê wan tayîn kirin; yên çûyîn Kerkûk û Efrînê, wê di 24’ê Hezîranê hesab bidin wijdana gelê Kurd. Em di serî de ji bo aşitî, çareserkirina doza Kurd, edalet, mafê mirovan û pirsgirêkên civakê ketin ser vê rêyê. Li bin banê HDP’ê de yekîti û wekhevî hate avakirin. Li rojavayê Tirkiyeyê îtîfaqa Tirk li vir bi îtifaqa Kurd re em ê ji vir û şûndê destûra ti tiştekê nedin.”

‘DENGÊ WE WÊ REWŞÊ BIGUHERÎNE, AZADIYÊ BÎNÊ’

Bûldan got li Tirkiyeyê cara destpêkê ye ku ji bo hilbijartina serokkomariyê gel diçe ser sindoqan û wiha domand; “Ne sîstema serokatiyê, li vî welatî ji bo sîstema parlamenteriyê dengên ku hûn bidin Selahattîn Demîrtaş wê xizmeta aştiyê bike û wê ji bo derketina parlamenterên me bibe alîkarî. Wê bi dengê we Selahattîn Demîrtaş bibe Serokkomar. Li vî welatî hilbijartina duyem wê HDP be. Baweriya gel ya bi edalet û azadiyê wê demokrasiyê bîne Tirkiyeyê.”

‘LI AMEDÊ HEDEF 12 PARLAMENTER E’

Bûldan diyar kir ku divê hemû kes weke namzeteke parlamenteriyê xebat bimeşîne û wiha got; “Divê mal mal, kolan kolan, tax tax were gerandin. Divê li hemû deriyan were xistin, destê hemû kesan were girtin. Îro divê xwedî li 12 namzetên parlamenteriyê yên li Amedê derkevin. Em soz didin; Li Amedê em ê 12 parlamenteran bi dest bixin. Ji niha ve li ser xêrê be.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan piştre bi parlamenterên HDP’ê û Dayikên Aşitiyê re buroya hilbajrtinê vekir. Piştî vekirina buroyê li ber dahol û zirneyê govend hate gerandin.