Buldan: Em ê bi hêza gelê xwe bendan têk bibin!

Buldan li ser hilbijartinê got, ‘’Di nav xwe de tifaq danîn lê bend li ber me danîn, em ê bi hêza gelê xwe van bedan têk bibin’’. Buldan got bi HDP’ê AKP-MHP wê têk biçin.

Hevseroka Giştî  ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di komcivîna partiya xwe de axivî.

Buldan got ji serdanên xwe yên li Kurdistanê û Tirkiyê ew dibinin ku ew ê bi ser bikevin.

‘BAHWERIYA BI HDP’Ê PIR ZÊDE YE’

Buldan bal kişande ser pêşwaziya gel a li bajarên ku ew diçine serdana wan û got, ‘’Bahweriya bi HDP’ê hingî zehf e meydan, kuçe tije mirov bûn û pêşwaziya me kirin’’ û got, ‘’Ji 7 salî heta bi 70 salî gelê me ji mêj ve ji hilbijartinê re hazir e. Gelê Serhedê rengê xwe diyar e û ew reng HDP ye. Ew reng namzetê me yê Serokkomariyê Rêzdar Selahattîn Demîrtaş e.’’

‘WÊ NEMA KARIBIN BI SER XWE VE WERIN’

Buldan got ew ê 24’ê Hezîranê bersiveke têr û tije bidin wan ên ku vîna wan tine dihesibînin û li ser gotina Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan ku gotibû, ‘’HDP’ê di sendoqê de têk bibin’’ jî got, ‘’Ew ê di sendoqê de têk biçin û careke dî nikaribin bi ser xwe ve werin.’’

‘TIFAQA ME BI GELÊ KURD Û HÊZÊN KED Û DEMOKRASIYÊ YÊN BI TIRKIYÊ RE YE’

Buldan bal kişande ser dubendiya di atmosfera hilbijartinê de û got, ‘’Li hêlekê tifaqeke rastgir a netewperes heye û li hêla dî jî HDP ya ku temsîla xeta demokratîk dike. AKP û MHP mîna kesê ku ketî behre xwe bi mêr bigire xwe bi hev ve girtin. Tifaqa wan a tirsê ye, bi krîzê hatin wê bi krîzê biçin. Divê her kes wiha bizanibe. Tifaqa wan tifaqa dijî HDP’ê ye. Armanc ew e ku temsîla HDP’ê li Meclîsê nebe. Ji bo vê jî din av xwe de tifaq danîn û ji bo be bend danîn lê bi hêza gelê xwe em ê van bendan bişkînin.’’

Buldan bi domdarî got li pişt deriyan wan ti bazar bi kesî re nekirin û got, ‘’Rêgezên em li ber çavan in. Tifaqa bi Kurdan re û hêzên ked û demokrasiyê yên Tirkiyê re tifaqa herî birûmet e.’’

DESTXWEŞÎ LI PARTIYÊN KURD KIR

Buldan li ser hevdîtinên bi partiyên Kurd re, yên ji bo tifaqê jî axivî û got, gelê Kurd ji wan tifaqeke wiha dixwazin û li ser navê HDP’ê spasî da rêveberên partiyên Kurd.

‘DI ŞEXSÊ DEMÎRTAŞ DE BI MILYONAN KESK TÊNE REHÎNKIRIN’

Buldan bi berdewamî bal kişande ser rewşa rehînbûna namzetê wan ê Serokkomariyê Demîrtaş û got, ‘’Polîtîkaya rehînkirinê ya li ser Demîrtaş, di şexsê Demîrtaş de li ser milyonan kes e ku dil û dengê xwe dane HDP’ê.’’

‘HEKE HÛN BI XWE BAWER IN DEMÎRTAŞ BERDIN’

Buldan her wiha daxwaza azadbûna Demîrtaş kir û got, ‘Piştî ku namzetiya Serokkomariyê ya Birêz Demîrtaş teqez bû, divê azad bibe û bi hilbijêrên xwe re, mil bi mil vê pêvajoyê temam bike. Heke hûn ji xwe bawer in, heke hûn natirsin, Birêz Demîrtaş berdin, bila derkeve meydanan û pê re bikevin pêşbaziyê.’’

‘MANÎFESTOYA TÊKÇÛN Û XILASBÛNÊ’

Buldan  li ser xwedêgiravî ‘manîfesto’ya Serokê AKP’ê Tayyîp Erogan jî got, ‘’Manîfestoya AKP’ê tam manifestoya têkçûn û xilasbûnê’’ ye. Buldan bal kişande dijminatiya Erdogan û AKP’ê ya li Kurdan, qirkirina li Roboskê, Efrînê, Nisêbîn, Sûr, Cizîr û Geverê, bal kişande ser dijminatiya Erdogan a li ser Başûrê Kurdistanê ya dema referandûmê û got, Kurdan ev ji bîr nekirine û 24’ê Hezîranê wê bersiva vê dijminatiyê bidin.

‘’EM Ê 24’Ê HEZÎRANÊ BI DEMOKRASIYÊ TACÎDAR BIKIN’

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan herî dawiyê got, ‘’Bêyî HDP’ê parlamento nabe, li Tirkiyê demokrasi nabe. Em jiyaneke birûmet, wekhev û azad datînin holê. Em aştiyê, demokrasiye, dadmenidiyê datînin holê’’ û domand, ‘’Em ê mal bi mal, kuçe bi kuçe, tax bi tax bigerin û xebatan dikin. Em ê bi giyanê 7’ê Hezîranê, 24’ê Hezîranê bi serfiraziya demokrasiye tacîdar bikin.’’