Bûldan: AKP li hundir û derve kaosê diafirîne

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ragihand ku AKP li hundir û derve şer, kaos û krîzê diafirîne.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Êlihê beşdarî civîna Hilbijartiyên Jin ên Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk bû.

Bûldan anî ziman ku bi hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê re hilbijartina hevalên wan li hevserokatiya şaredariyan serketineke mezin bû û got, "Lê belê hikumeta AKP'ê ya ku xwest vê serketinê têk bibe, bi sîstema qeyûman li şûna hevşaredarên me qeyûm tayîn kir, dest danî ser şaredariyê me û gelek hevşaredarên me girt. Ev yek jî nîşan dide ku çiqasî xwe ji karên me yên jinan vedigire, çiqasî jê ditirse. Em partiyeke ku bi berxwedan û têkoşînê mezin dibin."

Bûldan bal kişand ser helwest û tevlîbûna Tirkiyeyê li şerê li Sûriye, Rojava, Lîbya, Iraq û Iraqê û destnîşan kir ku Tirkiye bi helwesta xwe nîşan dide ku dixwaze pirsgirêkan hemûyan bi şer çareser bike.

Bûldan got, "Serokkomar doh got, 'Em vexwendin Sûriyeyê em çûn. Em vexwendin Lîbyayê, em çûn'. Gelo ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kê Serokkomar, kê Tirkiye vexwend? Gelo Esad we vexwend, gelo gelan we vexwend, kê we vexwend Sûriyeyê? Digotin ku li wir 'korîdora terorê heye'. Digotin 'ji bo hilweşandina wê korîdora terorê çûne'. Hûn çûn ji bo korîdora aştiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilweşînin. Çûyîna we ya wan herêman dibe krîz û kaos û gelên Tirkiyeyê vedigere."

Bûldan destnîşan kir ku civak û jinên Tirkiyeyê şer naxwazin.

Bûldan ji bo dema bê jî got, "Ew ê êriş bikin, lê belê em ê bi sekneke hîn xurtir li ber wan rabin. Em ê hewl bidin salên bê bikin salên jinê."