Piştî rejîma Baas di 8’ê Kanûnê de hilweşiya, di rêveberiya HTŞ’ê de nîqaşên Sûriyeya nû didomin. Dewleta Tirk a ku dagirkerê li ser xaka Sûriyeyê ye, hem bandora xwe ya li ser hikûmeta Şamê li dijî Kurdan bi kar tîne hem jî bi çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê (SMO) re êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.
Berxwedana li herêmê jî dewam dike. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û gelê herêmê bi xeta parastinê ya li Tişrîn û Qereqozaxê ava kirîn re, li dijî planên dewleta Tirk seteke xurt ava kirine.
Di demeke ku nîqaşên Sûriyeya nû didomin de, ji qada navneteweyî siyasetmedar, parlamenter û rewşenbîr jî di nav de şande serdanên xwe yên ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Şandeyên Îtalya û Fransayê ku di demek nêz de çûn Rojava û gelek hevdîtin kirin, rewşa li herêmê ji nêz ve çavdêr kirin. Sekreterê Peywendiyên Navneteweyî ya Partiya Sosyalîst a Fransayê Dylan Boutiflat jî di nava van şandeyan de cih girt. Têkildarî serdanên wan, geşedanên li herêmê û helwesta civaka navneteweyî em bi Sekreter Dylan Boutiflat re axivîn.
‘BERXWEDANA LI TIŞRÎNÊ HÊJAYÎ TEQDÎRÊ YE’
Boutiflat diyar kir ku ew ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin vexwendin û got, “Çend meh in me bi endamên parlamentoya Nouveau Front Populaire (Eniya Gel a Nû), siyasetmedar û nûnerên hilbijartî yên çepa Fransî re plan dikir ku bi lîderên Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, YPG û YPJ’ê re hevdîtinê bikin. Armanca me ya esas ew bû ku em rewşa dostên xwe yên Kurd, dostên xwe yên di rêveberiya xweser de bi çavên xwe bibînin. Bi salan em ji vir tiştên ku em diparêzin, hevalên me ji me re rapor dikin û em şermezar dikin, bi taybetî jî hebûna Tirk a li herêmê û dagirkeriya wê me xwest bi çavên xwe bibînin. Li gorî çavdêriyên destpêkê; em ji nêz ve bûn şahidê seferberî û şerê bi pêşengiya jinan a li dijî hêzên dagirker ên Tirk û milîsên wan. Me xwest vê berxwedanê bi çavên xwe bibînin. Weke kesekî ku serdana herêmên şer kirî, hem alîkariya mirovî û rewşa lezgîn a ewlehiyê, hem jî berxwedana bêhempa û biryardariya mirovan min hîs kir. Bi taybetî li Bendava Tişrînê û qada şer, hem sivîl û hem jî xelkê herêmê ji têkoşînê re pêşengiyê dikin. Mêr û jin her roj ji bo dabînkirina avê bixin garantiyê û nehêlin Tirk û milîsên wan herêmê kontrol bikin, şer dikin. Sivîl, aktorên siyasî û hêzên leşkerî li aliyekî ewlehiya herêmê pêk tînin, li aliyê din jî ji bo jiyana li herêmê bidomînin, tam seferber bûne. Dema mirov ji vî alî ve lê dinêre, bi rastî jî hêjayî teqdîrê ye. Ev berxwedan dersa hestê pîvan û berpirsyariyeke bilind e; ji ber ku nabe em tiştî nekin û birûnin. Tiştên li Rojava û seranserî Sûriyeyê diqewimin, piştî ketina Beşar Esad jî nîşan dide ku rewş ji bo gel baş nebûye. Mirov ji bo jiyan bikin, divê hîna şer bikin. Êrîşên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk û bombebaranên wan, hîna dewam dikin.
‘DIVÊ EM JI BO DOSTÊN XWE YÊN LI KURDISTANÊ BIKEVIN NAVA SEFERBERIYÊ’
Ev êrîşên dewleta Tirk tenê bi herêmên sînor re sînordar nîne. Em li Qamişloyê bûn ku çend kîlomete ji sînorê Tirkiyeyê dûr e, ev êrîş me li vir hîs kirin. Heman êrîş li dora Kobanê jî dewam dikin. Ev rewşa şer, tenê bi herêmên Rêveberiya Xweser re sînordar nîne. Me agahî wergirt ku li Şamê di navbera hêzên ku ji bo hilweşîna Beşar Esad tevkarî kirine de, şer çêbûye. Tevî ku 10 sal li ser rizgarkirina Kobanê derbas bûne, hîna jî li herêmê şer didome. Weke Ewropî û Fransiyan şahidî ji vê yekê re kirin hem ji bo me girîng e hem jî cihê xemgîniyê ye. Sivîl hîna ji bo jiyanê li çeperan dimînin û bi taybetî jî ji aliyê hêzên Tirk ve tên hedefgirtin. Dîsa nediyariya têkildarî aqûbeta koçberên ji Efrîna dagirkirî hatine û gelek koçberên din, dewam dike. Di çarçoveya serdana xwe de em çûn Reqayê û li vir me bi kesên ji Efrînê hatine re hevdîtin kir. Em yek bi yek bûn şahidê mexdûriyeta van mirovan. Encama herî girîng a me ji vê serdanê derxistî, hestê pîvan û berpirsyariyê ye. Ev yek berpirsyarî dide me ku em siberojê ji bo dostên xwe yên li Kurdistanê û bi taybetî jî yên li Rojava bi wan re hîn zêdetir bikevin nava seferberiyê.”
‘JINÊN LI REQAYÊ LI DIJÎ XETERIYA CÎHADÎST A DAÎŞ’Ê TÊDIKOŞIN’
Boutiflat destnîşan kir ku tişta wî bandor kirî, li Rojava hêz di navbera jin û mêran de tê parvekirin û wiha pêde çû: “Dixwazî etnîk be, dixwazî olî be, ji her parçeyê her civak tevkariyê li projeya kolektîf a li Rojava dike û her yek parçeyekî vê çêkera demokratîk e. Me têkildarî sîstema li Rojava gelek tişt bihîst, vê carê me bi çavê xwe dît. Ji civaka sivîl me bi gelek aktoran re hevdîtin kir. Bi taybetî Reqa ji niştecihên herêmê me bi gelek jinan re hevdîtin kir. Zihniyeta paşverû ya DAÎŞ’ê hîna li ser civakan xwedî bandorekê ye û xeteriya feraseta cîhadîst, li her derê tê hîskirin. Jinên li Reqayê li dijî vê ferasetê têkoşîneke xurt dimeşînin. Dostên me û gelên vê herêmê di bin xeteriya leşkerî ya komên milîsên cur be cur, cîhadîst û yên ji Tirkiyeyê dijîn. Dema me serdana goristana li Kobanê kirî, wê kêliyê ez gelek bandor kirim. Rêzkirina goran, dîmenên rewşa piştî Şerê Verdun ku dema ez ciwan min ziyaret kiribû, anî bîra min. Her wiha, ji Rêveberiya Xweser, QSD û hêzên leşkerî kesên ku em pê re axivîne, min xwest çavdêr bikim ku piştgiriya Emmanuel Macron çawa fêm dikin. Gelek ji wan têkildarî vê pişgiriyê bi me re axivîn û me jî têkildarî rastiya biryardariya Fransayê hewl da wan agahdar bikin. Gelek ji wan dibêjin, Serokkomar Macron niyeteke pir baş raber dike, lê belê êrîşên dewleta Tirk û komên çeteyên girêdayî wê û sûcên wî yên şer bi eşkere şermezar nake. Beriya 10 salan di şerê li dijî DAÎŞ’ê de li Kobanê feraseta cîhadîst têk çû, îro jî em rû bi rûyê feraseteke teokratîk û paşverû ne ku hewl dide modela xwe tenê li Rojava na, li hemû herêmê ferz bike. Ev hêza tarî, hêza Erdogan e ku niha hewl dide qedera Rojava û Sûriyeyê bandor bike. Em destûrê nadin vê yekê.”
‘DIVÊ EM DAWÎ LI DURÛTIYA XWE YA LI HEMBERÎ KURDAN BÎNIN Û JI ERDOGAN RE BÊJIN BES E’
Dylan Boutiflat anî ziman ku di navbera Ewropa û Tirkiyeyê de gelek nediyarî hene û ev tişt bilêv kir: “Ez jî dostatiya Fransa-Tirkiye girîng dibînin, lê bi hikûmeta Erdogan re na. Tişta ku min aciz dike, durûtiya me ya li hemberî Kurdan e. Herî zêde Kurdan li Sûriye, Rojava û Iraqê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de fedekarî kirin. Divê em dawî li vê sekna xwe ya durû bînin, divê em hemû binpêkirinên Erdogan bi eşkere bînin ziman û jê re bêjin bisekine.
Di demên dawî de em dibin şahid ku hemû civaka navneteweyî lîderê HTŞ’ê El Colanî weke Serokê Dewleta Sûriyeyê pênase dikin. Fransa, wê 13’ê Sibatê li Qesra Élysée têkildarî siberoja Sûriyeyê konferansekê lidar bixe. Em ji Serokkomar Macron dixwzin di vê civînê de ne tenê lîderên nû yên li Şamê, di heman demê de hemû hêzên li herêmên cuda yên Sûriyeyê pêşwazî bike. Bi taybetî jî divê nûnerên rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li vir bin. Eger Serokkomar Macron nûnerên Rêveberiya Xweser nevexwîne konferansa Élysée, em jî dê wan vexwînin Meclîsa Neteweyî û pêşniyarî wan bikin ku werin Parlamentoya Fransayê baxivin. Weke şexsî, ez difikirim ku divê têkildarî yekgirtina xaka Sûriyeyê û desthilatdariya wê, nîqaşek hebe. Lê belê divê her ji niha ve têkildarî naskirina meşrûiyeta otorîteya Kurdan a li ser xaka wan, nîqaşek were kirin. Li gorî min, divê destpêkê her kes kom bibe û dewleta Sûriyeyê bigihije istiqrarê. Divê gelên Sûriye û Rojava bi xwe biryara xwe ji bo siberoja xwe bidin. Li ser navê wan biryardayîn, ne karê me ye. Pêdiviya me bi pêvajoyeke zagona bingehîn û hilbijartinan heye.”
‘EM Ê GELÊ FRANSA AGAHDAR BIKIN’
Sekreterê Peywendiyên Navneteweyî ya Partiya Sosyalîst a Fransayê Dylan Boutiflat di dawiya axaftina xwe de ev tişt ragihand: “Em ê înîsiyatîf bigirin. Em ê çavdêriyên xwe yên li herêmê, di rojên pêş de bi raya giştî re bi berfirehî parve bikin. Li gel konferansa 13’ê Sibatê ya têkildarî siberoja Sûriyeyê, em ê li Parlamentoya Neteweyî jî hewldanekî bikin. Ji xeynî van, pir girîng e ku em gelê Fransayê bi rewşa Rojava agahdar bikin. Ji bo ev yek pêk were, wê gelek xebatên me hebin.”