Di civîna Erdogan û Şara de ‘Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’ hate nîqaşkirin
Hate ragihandin ku di civîna Tayyîp Erdogan û Ahmet El Şara de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate nîqaşkirin.
Hate ragihandin ku di civîna Tayyîp Erdogan û Ahmet El Şara de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate nîqaşkirin.
Serokê rêveberiya Sûriyeyê ya Tehrîr El Şam (HTŞ) Mihemed El Colani (Ahmed El Şara) li Enqereyê bi Serokomarê Tirk Tayyîp Erdogan re civiya.
Piştî civîna ku li Kulliyeya Serokomariyê pêk hat, daxuyaniya hevpar hate dayîn.
Erdogan diyar kir ku wan Bakur û Rojhilata Sûriyeyê nîqaş kirine û got, “Me li ser gavên ku bên avêtin nîqaş kir. Em di kontrolkirina kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi wan re ne. Ji bo selametî û ewlehiya herêma me xuyaye ku ji heman armancê pêvtir rêyeke din ji bo me tineye.”
Şara jî wiha axivî:
"Em girîngiyê didin yekbûna axa Sûriyeyê. Têkiliyên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de dîrokî ne. Em heman erdnîgariyê parve dikin, çand û civaka me yek e. Em dixwazin têkiliyên xwe di berjewendiya her du welatan de veguherînin hevkariya stratejîk a kûr. Divê em di hemû qadan de hevkariyê bikin. Yek ji stratejiyên hevbeş wê di warê ewlehiyê de be. Di civînê de me li ser gefan nîqaş kir, bi taybet yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kir. Divê teqez zextên navneteweyî li ser Îsraîlê bên sepandin û divê vegerin ser sînorên sala 1967’an. "