Derbarê rojnamevan Guneş biryara berdanê hate dayîn

Rojnamevan Ahmet Guneş ê di çarçoveya lêpirsînekê de hatibû girtin, hate berdan.

Rojnamevan Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Oruç û Reyhan Hacioglû di 17’ê Çileyê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin. Rojnamevan Eylem Babayîgît jî di çarçoveya heman lêpirsînê de di 24’ê Çileyê de hatibû binçavkirin û girtin.

Rojnamevan Ahmet Guneş li Girtîgeha Marmarayê dihat ragirtin û îdianameya wî hate amadekirin. Piştî amadekirina zaptên tensîpê re derbarê Guneş de biryara teyliyeyê hate dayin.

Di îdianameyê de nûçe û bernameyên nîqaşan weke “sûc” hatin nîşandan. Her wiha Guneş ji ber nirxandinên têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo jî hate “sûcdarkirin.”

Îdianame, ji hêla 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ve hate qebûlkirin. Danişîna ewil a dozê dê di 8’ê Gulanê de were lidarxistin.