ROJEVA 5'Ê SIBATA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Hevserokê Kantona Firatê ya Komeleya Mafên Mirovan Ehmed Dawûd diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşa li ser stasyona avê re sûcê şer kiriye û xwest, li hemberî vê yekê helwest bê nîşandan.
Girtiyên ji Rojava û Rojhilat ên li girtîgehên Tirkiyeyê hem nikarin malbatên xwe bibînin, hem jî li hucreyên yek kesî têne tecrîdkirin.
Dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ'ê yên ku piraniya wan ji Tileferê ne li Ezaz û Idlibê li kampan perwerde dike.
Berdevka Yekîtiya Jinên Êzidî ya Sûriyeyê Hediye Şemo û Hevseroka Meclîsa Gel a Efrîn-Şehbayê Muşîre Mele Reşîd anîn ziman ku yên li herêmên dagirkirî li dijî jinan sûc kirine hewl didin di nava Sûriyeya nû de cih bigirin û gotin, "Em rêveberiyeke welê red dikin ku kujerên jinan di nav de heye. Em jin dixwazin bi rengekî çalak tevlî pêvajoya siyasî bibin."
Ciwanên li Frankfurtê dimînin ji bo Meşa Dirêj banga tevlîbûnê kirin ku wê bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re' di 10'ê Sibatê de ji bajarê Heilbronnê destpê bike.
Bûyerên piştî hevdîtina bi Rêber Apo re wê bêne şopandin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê wê bêne şopandin.
Di çarçoveya Meşa Dirêj a 26 rojan ku ji aliyê 26 kesan ve tê meşandin, wê çalakiyên roja 16'an werin şopandin.
Çalakiyên DEM Partiyê yên 'Hevdîtinên azadî û aştiya civakî' û 'Hevdîtinên nan, edalet û aştiyê' wê bêne şopandin.