Piştî êrîşa li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê li hemberî qereqola polîsan pêk hat, polîsên Tirk wêneyên komek ji 9 kesan pêk tê belav kir. Ji van 9 kesan, xwendekarên bi navê Elîf Sûltan Kalsin û Harran Aydin civînek çapemeniyê li dar xistin û tawanbarkirinê li hemberî xwe red kirin.
Polîsên Tirk lîsteyek ji 9 kesan pêk tê bi hinceta “bombeyên zindî” ne belav kirin. Ji vana du xwendekarên bi navê Elîf Sûltan Kalsin (25) û Harran Aydin (21) di lîsta polîsan de civînek çapemeniyê li dar xistin û diyar kir ku polîsan komplo li wan kiriye û ew ê giliyê Midûriyeta Emniyeta Stenbolê bikin.
Xwendekara Zanîngeha Kocaeliyê Elîf Sûltan Kalsin û xwendekara Zanîngeha Firat a Elezîzê Harran Aydin li Komeleya Huqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya li Beyoglûya Stenbolê daxuyaniyek dan. Xwendekaran diyar kir ku polîsan komplo li wan kiriye û ew ê giliyê Midûriyeta Emniyeta Stenbolê bikin.