Bila Yusrayên nû rû nedin
Bila Yusrayên nû rû nedin
Bila Yusrayên nû rû nedin
Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li cîhanê yek ji 3 jinan mexdûrê tundiya fîzîkî û zayendî ye. Beşeke mezin a kesên serî li tundiyê didin jî hevserên jinan e.
Bi daneyan diyar dibe ku li gelemperiya parzemîna Ewropayê ji sedî 32.7 ê jinan rastî tundiya fîzîkî û zayendî tên.
JINÊN KOÇBER DU CARAN MEXDÛR IN
Jinên koçber jî hem mexdûrên erdnîgariyeke xerîb, sîstemeke xerîb hem jî mexdûrên tundiya mêr in.
Jinên ku ji ber şerê li welatê xwe neçar mane koç bikin, li Ewropayê jî xwe ji lepên tundiyê rizgar nekirine. Ev tundî bi daneyên WHO tên ravekirin. Li gorî van daneyan ji herî zêde rastî tundiya mêrên nêzî xwe tên.
Mîna jinên koçber ên li Ewropayê dijîn, jinên Kurd jî mexdûrên vê tundiyê ne. Jinên weke Hatûn Surucu, Semanûr Sûbay, Yusra Sûkaya ji aliyê hevser û mêrên di nava malbata xwe de hatin qetilkirin.
Li gorî raporên saziyên jinan, hejmara jinên ji ber tundiyê serlêdan kirine, bi hezaran e.
PÊVAJOYA QETILKIRINA YUSRA
Yusra Sûkaya di 7'ê Adarê de ji aliyê hevserê xwe Mehmet Sûkaya ku meleyê mizgeftê ye, hat fetisandin. Cesedê wê piştî 3 rojan li mala wê, di binê doşekê de hat dîtin.
Yusra ku di sala 1981'ê de li Kanî Reşa Çewlikê ji dayik bû, bi pismamê xwe re hat zewicandin. Weke "Bûka Îthal" hat Elmanyayê. Hîn ji dema destgiriyên hev bûn, nîşaneyên qetilkirinê xuya dikirin.
Mehmet Sûkaya, Yusra ji lingê wê bi fîşekê birîndar kir. Malbatê ser bûyerê nixumand. Ji xwe dê weke bûk biçûya Elmanyayê!
Bi hatina Elmanyayê re rojên reş destpê kirin. Şer şêweyên tundiya fîzîkî û psîkolojîk xwe da der. Xwest ji Mehmet Sûkaya cihê bibe. Le belê her carê bi gotina "mezinên malbatê", rûmeta malbatê, ev yek pêk nehat.
KUJER GOTIYE 'DOZA NAMÛSÊ'
Pêşîgirtina li cihêbûnê pêşî li komkujiyekê vekir; Yusra Sûkaya di 7'ê Adarê de li mala xwe ya li Dusseldorfê hat qetilkirin. Doza Yusra Sûkaya hînê dewam dike.
Kujerê Mehmet Sûkaya zarokên xwe li gel xwe bir û reviya Tirkiyê. Niha li Enqereyê di girtîgehê de ye.
Mîna gelek kujerên jinan ên li Tirkiyê wî jî îfadeya "doza namûsê bû" da. Tevî serlêdanên fermî yên Elmanyayê jî Tirkiyê Mehmet Sûkaya teslîm nake. Zarok jî li Enqereyê li gel kekê Mehmet Sûkaya dijîn.
PARÊZER YEŞÎL: MALBATÊN KU ALÎ 'LI HEV ANÎ' BERPIRSYAR IN!
Parêzerê Yusra Sûkaya Bariş Yeşîl rexne li helwesta malbatan a li pêşberî tundiyê kir û destnîşan kir ku di vê bûyera kuştinê de "navbeynkariya" mezinên malbatan rol lîstiye.
Parêzer Yeşîl diyar kir ku girînge jin mafên xwe zanibin û got, "Eger jin ji ber tundiyê giliyê hevserê xwe bike, dê mêr destpêkê 10 rojan ji malê were dûrxistin. Eger jin careke din gilî bike, dê vê carê hevser bi temamî ji malê were dûrxistin. Eger hevser guh nede vê rewşa dûrxistina ji malê û careke din were, dê vê carê cezayê pere yan jî girtîgehê lê were birîn. Eger jin nexwaze li malê bimîne, dê ji bo girtina xaniyekî nû alîkarî ji jinê re bê dayîn. Cihê vê jî dê kes nizanibe."
'UTAMARA NAVNÎŞANA XWEGIRTINA LI JIYANÊ YE'
Ji aktîvîstên Navenda Kombûna Jinê (UTA-AMARA) ya li Elmanyayê kar dike Sûltan Oger da xuyakirin ku tevî hemû têkoşîna hatiye dayîn jî, li Ewropayê tundî şêwe guhertiye û dewam dike. Oger bal kişand ser gelek serlêdanên jinan ên li saziya wan û wiha axivî:
"Jin ji ber sedemên tundiya nava malê, destavêtin, pirsgirêkên aborî serî li saziya me didin, temamiya wan travmayeke cidî dijîn û daxwaza alîkariya psîkolojîk dikin. Piraniya jinên rastî tundiyê tên koçber in, herî zêde jî jinên Kurd in. Jinên ji vê nasnameyê xerîb, ji ber pirsgirêkên zayendî û feodal dikevin rewşeke depresyon û xwekuştinê."
Oger ragihand ku sedemên sereke yên tundiya tê jiyîn zewaca bi zorê, penaberî û bêkarî ye û got, "UTA-AMARA ji bo jinên di vê rewşê de ne navnîşaneke ku karibin xwe ji nû ve li jiyanê bigire ye. Bi xeta şêwirmendiya hiqûqî û psîkolojîk, bi xebatên perwerdekirina li dijî tundiyê, em ji jinan re dibin alîkar."