'Bila konferans ji bo rojnamevanên girtî bang bike'

'Bila konferans ji bo rojnamevanên girtî bang bike'

Nivîskar-Rojnamevan Necîbe Qeredaxî ku di 1'emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn de axivî balkişand ser rewşa rojnamevanên jin ên girtî û xwest, ji bo rojnamevan serbest bên berdan konferans bang bike.

Nivîskar Rojnamevan Necîbe Qeredaxî ku di Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn ya ji aliyê Tevgera Jinan a Demokratîk û Azad (DOKH) ve tê organîzekirin de diyarkir ku, konferans gelek serkeftî derbas bûye.

Qeredaxî di axaftina xwe de behsa girîngiya têkoşîna jinan ya li Rojhilata Navîn kir û wiha pêde çû: "Pergal bi her awayî jinê asteng dike. Ev sê roje qala vê tê kirin. Berxwedana jinan wê pergalê têk bibe. Di çarçoveya Jineolojiyê de lazime pirsgirêk û armancên têkoşîna jinan bê diyarkirin. Di konferana ku tê wateya ji nû ve nivîsandina dîrokê de lazime ev qad ji derdorên ku pergalê kontrol dikin bê rizgarkirin."

Qeredaxî ku di axaftina xwe de balkişand ser têkoşîna Sakîne Cansizê wiha axivî: "Ji bo parvekirina ceribandinên lehengên jin ev konferans gelek girînge. Di vê çarçoveyê de nijad perestî û olperestî ji holê rabe. Ya girîng yekitiya jinane."

'BILA ROJNAMEVANÊN GIRTÎ BÊN BERDAN'

Qeredaxî di berdewama axaftina xwe de balkişand ser rewşa rojnamevanên jin ên girtî û wiha axivî: "Niha di girtîgehên Tirkiyeyê de rojnamevanên jin ên Kurd hene. Ev hevalên me ji bo ku fikra xwe anîne ziman tên girtin. Ji bo rojnamevan Fatma Koçak, Semîha Alankuş, Ayşe Oyman, Nîlgun Yildiz, Nevîn Erdemîr, Nahîde Ermîş, Dîlek Demîrel, Yuksel Genç û hemû rojnamevanên girtî serbest bên berdan, ez dixwazim ku konferans bang bike."