‘Bila jinên Êzidî bi her awayî xwe perwerde bike’

Heta niha 74 ferman bi ser Êzidiyan hatine. Lê jinên Êzidî dev ji axa xwe bernedan, xwe perwerde dikin û rêxistinbûna xwe geş dikin.

Jinên Êzidî ku çanda kevnar ya Kurdewar didin jiyîn, ji aliyê xwedîderketin û parastina civaka ehlaqî de jî bûne pêşeng. Jinên Êzidi ku 74 caran fermana wan hatiye rakirin û li beramberî hemû qirkirinê re teslîm nebûne. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de fermaneke qirker bi ser civaka Êzidî hat. Lê îroj jinên Êzidî li ber xwe dane û ji axa xwe qut nebûne, xwe perwerde dikin û rêxistinbûna xwe geş dikin.

Jinên Êzidî ji bo ku karibin xwe biparêzin, ji bo bikaranîna çekê di bin banê Meclîsa TAJÊ de perwerdehî hate dayin.

Endama Meclîsa TAJÊ Fehîma Silêman ya tevlî perwedehiya kaleşnîkovê bûye, got ku “Em jî li vir amade bûn. Ev perwerde ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Me 12 rojan perwerdehiya teorîk dît û îro jî naskirina çekê ji bo me bû derfeteke baş. Di sala 2014’an de fermanek bi ser me hat û lê a niha em li ber xwe didin û xwe perwerde dikin. Em ê tu carî nehêlin ku dijmin nêzî me bibe. Em bang li hemû jinan dikin ku bila xwe fêrî bikaranîna çekê bikin. Jinên Êzidî bila werin xwe rêxistin bikin û tevlî nav xebatên TAJÊ bibin.”

Celîla Meto ya ku ew jî tevlî perwerdehiyê bûye, got ku “Em gelek jinên Êzidî tevlî perwerdehiya teorîk bûn. Dayik jî tevlê bûn. Ev perwede gelekî baş bû. Me beriya fermanê perwerdehiyeke wisa nedîtibû. Em nikarin bibêjin ev perwerde bes e, divê em xwe zêdetir perwerde bikin. Me xwe fêrî bikaranîn û teqandina çekê jî kir.”

Celîla Meto jî bang li jinên Êzidî kir ku bila jinên Êzidî xwe bi rê ve bibin û xwe nexin bin destê mêran.