'Bila jinan bi cînayetê sûcdar nekin'

'Bila jinan bi cînayetê sûcdar nekin'

Hêrsa jinan a li hemberî daxuyaniya Erdogan a wekî ‘Kurtaj cînayet e. Her kurtajek Qilabane ’ û her wiha qedexekirina kurtajê her diçe zêde dibe. Jinan got ku Roboskê bi kurtajê re ne wekhev e. Rojnameger Aydogan xwest hikûmeta AKP’ê destê xwe ji bedena jinê vekêşe û got; Bila jinan bi cînayetê sûcdar nekin.”

AKP’ê di 28’ê Gulanê de di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) de qedexekirina kurtajê û gelek nêrînên din nîqaş kir. Kurtaja ku hêj heta 10 hefteyan tê çêkirin, dê sînorê herî jor 4 hefte be. Her wiha krîterên rîska xeteriya li ser dayik û bebekê dê derkeve. Di biryara dawî de Wezareta Tenduristiyê dê bi pisporan re raporekê amade bike û du hefte şûnde lijneya wezîran binirxîne. Li bendê ye ku qanûn dê di meha hezîranê de beriya ku meclis bikeve betlanê dê derkeve.

PÊŞIYA TECAWIZÊ VEDIKE

Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag bi gotina xwe ya ; Jinên ku rastî tecawizê tên bila zarokên xwe bînin, dê dewlet li wan binêre’ jî ji tecawîzê re dawetiyê derdixe. AKP di her firsetê de li ser bedena jinê serdetse. Jinan bertek nîşanê vê da û gotin bila Erdogan û kesên di bin emrê wî de ne bila destê xwe ji bedena wan bikêşe.

BI QEDEXEKIRINÊ DÊ KURTAJA VEŞARÎ ZÊDE BE

Rojnameger Gulîstan Aydogdu ji ANF’ê re axivî û wiha got: “AKP bi daxuyaniyên xwe yên der barê kurtajê de dixwaze jinan bine ser fikra xwe.” Aydogdu bal kişand ser rêbazên cuda yên li şûna kurtajê û nerazînên xwe anî ziman: “Gotinên zindîbûnê hene. Ji piştî 4 mehan kurtaj qedexe ye. Her çiqas bêjin kurtaj nayê kirin jî ev di pişt perdeyê de ne wisa ye. Ev jî pir xeter e.”

Aydogdu di berdeawmiya axaftina xwe de wiha got: “Di salên 70’î de kurtaj qedexe bû. mînak dayikan min piştî 4 zarokan, ya xwe ya 5’an hewl daye bi rêbazên xwe bigire. Piştî vê bi nexweşiyên giran ket. Ji mirinê rizgar bû. rêvazên kontorla welidînê jî ne bi ewlehîne. Carna tu ferq nakî ku tu ducaî bûye. Yanî ji bo kurtaj bê kirin ewqas sedem hene ku. Niha jî dibêjin kurtaj cînayet e. Vê yekê bi Roboskê re girê didin. Ev tişt tê hişê mirovan. Wê demê ger Roboskê cînayet be wê demê kê kiriye? Bila hesabê vê bidin.”

BILA JINAN SÛCDAR NEKIN, BILA HESABÊ ROBOSKÊ BIDIN

Aydogdu da zanîn ku AKP di civakê de cînayetê wekê mêtingeriyê bikartîne û wiha got: “Di warê qanûnê de rêbazên kurtajê hene. Ji xwe di çarçoveya vê de tê kirin. bi qedexekirina kurtajê, mafê jinê ya li ser bedena wê tê girtin. Ev bi destê dewletê û mêr ev tê kirin. ev yek mirovan dike nava fikaran. Divê li dijî em hişyar bin. Hikûmta AKP’ê divê ewil hesabê Roboskê bide. Bila jinan bi cînayetê sûcdar neke.

ARSLAN: LI SER JINAN POLÎTÎKAYA NEWEKHEVIYÊ TÊ MEŞANDIN

ESP/ Berdevka Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) Burcu Aslan jî balkişand ser tacîz û tecawîzê got ku ji n li her derê rastî tecawîzê tên û got jin ji aliyê kesên herî nêzê xwe ve tên qetilkirin. Aslan got ku li şûna ku dewlet ji vana re çareyekê bibîne polîtîkayên kîndar li hember jinê dide meşandin. Aslan wiha got: “Gotinên Erdoganjî nîşaneya vê ye. Rayedarên dewletê yê din jî bi daxuyaniyê xwe gotinên Erdogan parast. Recep Akdag dibêje; ‘kesê rastî tecawîzê bên bila zaroka xwe bînin dinê. Dewlet dikare li wan binêre.’ Ev yek jî dîsa zîhniyeta serdest a mêr derdixe holê. Wekê ku tecawîzkaran bi kanûnan diparêzin, dest avêtin bebekan jî. Bi vê kanûnê mafê jinan ji destê wan digirin. Dewlet hewl dide li ser bedena jinê bibe serdest. Li şûna ku dawî li tacîz, tecawîz û kuştinên jinan bîne, pêşiya wê vedike. Bila ewil ew hesabên Qilabanê bidin.”

Aslan got ku dê têkoşîna wan heta dawiyê bidome.