Bi wêrekiya diya xwe berê xwe da jiyana şoreşgerî

Hanim Yaverkaya ku bi wêrekî, bawerî û berxwedêriya diya xwe Dûre Yaverkaya berê xwe da jiyana şoreşgerî, 15'ê Tebaxê ji yekîneya mêr re fermandarî kir. Di şerê dijî leşkeran de teslîmiyet qebûl nekir û heta fîşeka xwe ya dawî li ber xwe da.

Di ser teqandina fîşeka destpêkê ya PKK'ê re 33 sal derbas bûn. Di dema pêkhateina pêngava çekdarî de Hanim Yaverkaya (Bêrîvan) li Dihê berpirsyara yekîneyeke mêr bû. Dema ku PKK'ê navbera salên 1977-80'î de li Hîlwanê dest bi rêxistinbûnê kir, malbata wê bi rengekî çalak cihê xwe di nava têkoşînê de girt.

DAYIKEKE KU DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIDA

Ya rast, paşnavê malbatê 'Kaya' ye. Kekê wê Alî Kaya ku di berxwedana Hîlwanê de cih girt, navê 'Yaver' li xwe kiribû. Piştî wextekê paşnavê malbatê weke 'Yaverkaya' di nava civakê de hate naskirin. Dayika Hanim yaverkaya Dûrê Kaya, di nava civakê de weke jineke ku gotina xwe dibêje, dihate naskirin. Dûrê Kaya li cihekî ku bi sedan mêr jî hebû, gotina xwe digot. Her wiha wê wextê li Hîlwanê alîkariyeke xurt dida 'Apoyiyan'. Li girtîgehê îşkence li zarokên wê tê kirin,b i dehan salan li girtîgehê dimîne. Du keçên wê tevlî nava refên PKK'ê dibe û jiyana xwe ji dest didin. Lê belê ti carî dest ji têkoşîna xwe bernade. Dûrê Kaya, beriya niha bi 6 salan, li mala xwe ya li Hîlwanê jiyana xwe ji dest da. Sala 1979'an, di hilbijartinên herêmî de li Hîlwanê weke yekemîn endama jin ji meclîsa şaredariyê re hatibû hilbijartin.

JINAN BI RÊXISTIN DIKE

Hanim Yaverkaya ku qet dibistan nexwend, li Hîlwanê hê 12 salî bû li taxê tevlî dersên xwendin-nivîsandinê yên ji bo jinan bû. Li vê derê bi xwendin û nivîsandinê hîn bû. Dema tevlî van dersan dibû, li Hîlwanê kadroyên PKK'ê yên karê rêxistiniyê dikirin, nas kir. Piştre bi awayekî çalak tevlî karên rêxistinkirina jinan bû.

DEST JI AMADEKIRINA CIHÊZÊ BERDA

Hanim Yaverkaya ku beriya tevlî têkoşînê bibe karê neqş û dirûtinê dikir û cihêz amade dikir, piştî ku têkoşîn nas kir dest ji amadekirina cihêzan berda. Bi paqijî, hesas û karkeriya xwe itmî bal dikişand. Piştî ku tevlî nava têkoşînê bû, hemû dema xwe ji bo karê rêxistinbû veqetand. Jiyaneke şoreşgerî hilbijart.

Dema karê rêxistinî dikir, timî ji jinan re digot, "Nehêlin ku we bin pê bikin, serî li ber zextan netewînin. Serî li ber mêr netewînin."

Li Hîlwanê îro her kes wê, malbata wê nas dike. Û her kes ji bo wê dibêje, "Gelekî bi wêrek bû, bi bawer û biryardar bû." Hê di emrê zarokatiyê de pêşengî ji gel re kir û banga wê ya ji bo berxwedanê bandoreke mezin li gel kiribû.

Dema ku darbeya 12'ê Îlonê pêk hat, ji malbata wê û hevalên wê gelek kes hatin giritn. Hanim Yaverkaya wextekê li Amedê xwe veşart. Tevî hevrêya xwe Sûltan bi nasnameyeke cuda çû dîtina hevrêyên xwe yên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Çarşef li xwe kir û ber bi girtîgehê ve çû. Malbatên ku Sûltan nas kirin, tirsiyan ku wê bên girtin, ji ber wê jî nehiştin biçin hevdîtinê.

TESLÎMIYETÊ QEBÛL NAKE; BOMBEYA DAWÎ BI XWE VE DITEQÎNE

Hanim Yaverkaya, ku ji ber darbeyê û zextan nikare li Kurdistanê tevbigere, neçar dimîne derkeve derveyî welat. Di ser Pirsûsê re derbasî Sûriyeyê dibe. Li Şamê demeke dirêj li malên lêkûrbûnê dimîne. Ji aliyê îdeolojîk ve xwe xurt dike. Bi helwesta xwe ya bi biryar û baweriya xwe, her tim weke kesayeteke mînak balê dikişîne. Piştî pêkhatina Pêngava 15'ê Tebaxê, li Dihê tevî yekîneya ku jê berpirsyar bû kete şer. Li vir paş ve gav neavêt û bi xurtî li ber xwe da. Heta fîşeka xwe ya dawî li ber xwe da. Teslîmiyetê qebûl nake. Ji bo nekeve destê leşkeran bombeya xwe ya dawî bi xwe ve diteqîne. Hanim Yaverkaya ku aliyê wê yê şer xurt bû û jineke Kurd a xwedî însiyatîf bû, berxwedana wê bandoreke mezin li gel kir.

Malbata wê hê cenazeyê wê bi dest nexistiye. Beriya 9 slaan hevrêyên wê li Goristana Hîlwanê goreke temsîlî jê re çêkirine.