‘Bi vîna jina azad û perwerdekirî em ê feraseta desthilatdar têk bibin'

Ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê li Dêrekotrê semînerek hate dayîn.

Feraseta serdest a ku bi salan e tund û tûjiyê di kesayeta jinê de li ser civakê dide meşandin, dixwaze wan bê vîn bihêle. Li hemberî van êrîş û ferasetan jin di her qadê de xwe perwerde û birêxistin dikin. Duh jî bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê semîner li Gundê Dêrekotrê yê girêdayî bajarê Sengeserê hate dayîn. Semîner ji aliyê Hevseroka Şaredariya Binarê Qendîl Gulala Osman ve hate dayîn. Gulala bal kişand ser rol û mîsyona jinê di perwerdekirina civakê de û got ku; ‘Bi vîna jina azad û perwerde kirî, emê feraseta desthilatdar têk bibin.’

‘LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN HELWESTA ME JINAN PIR GIRÎNG E’

Gulala Osman di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tekoşîna her sê xwişkên Mirabel û got: “Pêwîst e her jinek dîroka tekoşîna her sê xwişkan bizane û li gor wê tekoşîna xwe bilindtir bike. Em tev dizanin ku jin rojane bi gelek rengê tund û tujiyê re rû be rû tên. Li hemberî wê ferasetê jî helwesta me jinan pir girîng e. Çawa ku sîstem gotinên xwe li ser civakê feriz dike, di mal de jî bira û mêr vê yekê dike, di saziyên kar û dibistanan de jî heman tişt tê jiyîn. Ya girîng ne ew e ku ji aliyê kê ve ev şîddet tê kirin, a girîng ew e ku dîsa wê feraseta dewlet û zilam serdest e. Ji bo wê jî helwesta me jinan girîng e. Di serî de pêwîst e ku em roja tekoşîna şîdeta li ser jinê tenê bi rojekê re sînordar nehêlin. Ji ber ku rojane jin bi şîdetên hişmendî, bê îrade kirin, asîmîlekirin û fîzîkî re rû bi rû tên.”

‘GEŞKIRINA TÊKOŞÎNA TÊ WATEYA HILWEŞANDINA FERASETA SERDEST ’

Gulala di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi vîna jinan azad û perwerdekirî ew ê feraseta desthilatdar têk bibin: “Çawa feraseta desthilatdar û serdest koletiyê li ser me jinan ferz dike, em jî bi vîn û baweriya xwe wê ferasetê vala û pûç dikin. Em tev jî dizanin ku zilmkar ji jina xwedî vîn, bawerî û perwerdekirî ditirsin. Ji bo wê jî pêwîst e ku em tekoşîn û rêxistinên xwe li her qadê xurtir bikin. Çawa ku xwe perwerdekirin têkbirina cehaletê ye, geşkirina têkoşînê jî tê wateya têkbirina feraseta serdest. Ji ber ku jinek perwerdekirî civaka perwerde kiriye, civaka perwerdekirî welatê azad e. Ji bo wê pêwîst e ku em jin xwedî li civak û welatê xwe derbikevin.”

Semîner bi çepik û dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû.